1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Îmret: Îpotek danîn li ser îradeya gel
Îmret: Îpotek danîn li ser îradeya gel,îmret,îpotek,danîn,li,ser,îradeya,gel

Îmret: Îpotek danîn li ser îradeya gel

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredar Cizîrê Leyla Îmret a ku ji ber lêpirsîneke der barê wê de hate vekirin ji peywir hate girtin diyar kir ku dewletê bi peywirgirtinê ve peyama "Ez te ceza dikim, dest datînim li ser îradeya te" daye gelê Cizîrê.

Hİkûmeta şer li aliyeke li dijî gelê Cizîra Şirnexê terorê dimeşîne li aliyê din jî Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ji sedî 83 deng girt û hate hilbijartin ji peywir girt û îpotek danî li ser îradeya gel. Îmret di hevpeyvîna xwe ya daye weşana bi navê VICE News a biyanî bi îdiaya gotinên "em dikari bibêjin ku li Tirkiyeyê şerekî navxweyî dimeşînin" bi kar aniye bi hinceta ku "Gel li dijî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê teşwîqî îsyana çekdarî kiriye û propagandaya rêxistina terorê kiriye" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve lêpirsîn hate vekirin û hêj li Cizîrê dorpêç berdewam dikin ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywir hate dûrxistin.

Îmret a bi dengeke rekor ve bû yek ji şaredarên herî ciwan ê Tirkiyeyê û di dema dorpêça leşker û polîsan de jî li taxan bi gel re bû.

'Nehiştin em avê jî bidin'

Îmret bilêv kir ku li navçeyê di 9 rojan de tu qanûn û hiqûq pêk nehat, tenê şîdet û pêkûtî hebû û şahidiya xwe ya wan rojan wiha anî ziman: "Wan rojan tiştên ku gelê Cizîrê jiya tenê ew û xwedê dizane. Êrîşên herî dijwar, pêkûtiyên herî mezin, çekên herî giran li dijî gelê Cizîrê bi kar anîn. Êrîşê malan kirin, ceryan û ev hatin qutkirin. Nehiştin em wekî şaredarî avê jî bidin. Roj bi roj asta şîdetê zêde bû. Mirin zêde bû. Dewletê zarok, jin, kal û pîr sivîl qetil kir. Ligel vê yekê jî ruhê berxwedanê yê gel û morala wî pir baş bû. Ligel qedexeya birojan li kolanan bû, çalakiya dengderxistinê pêk anî, li ber xwe da. Jibilî mirinan tiştek neket destên êrîşkaran."

'Min agahî ji îtfaiyeyê digirt'

Îmret bilêv kir ku ligel ku hevşaredar bû jî ji ber ku hemû tişt qedexe bû nedikarin agahiyan bigirin û nikarin xwi bigihînin tu kesan, tenê ji îtfaiyeyê dikaribûn agahî bigirin. Îmret da zanîn ku qedexeya derketina kolanan, berxwedana gel û bihistiyariya raya giştî hişt ku qedexe bê rakirin.

Biryara der barê xwe de piştî çend saetan hîn bû

Îmret got ku dema ew bi gel re di bin êrîşê de bûn der barê wê de lêpirsin hatiye destpêkirin bêhiqûqî ji peywir hate durxistin ji ber ku qedexe hebû piştî saetan ji biryara hatiye girtin agahdar bûye. Îmret wiha got: "Biryar tebligî min nekirin beriya wî min ji televîzyonê bihîst. Biryarakî siyasî ye. Ji ber hevpeyvîna ku di meha tebaxê de min dabî VICE Newsê lêpirsîn hate vekirin. Wê demê li Cizîrê zarokên wekî Nîhat Kazanhan dihatin kuştin. Min têkîldarî wê hevpeyvîn da. Lê hevpeyvîn berovajî kirin û bi awayeke bê hiqûqê îpotek danîn li ser îradeya gel."

Îmret destnîşan kir ku bi vî biryarê ve peyama "ez te ceza dikim, îradeya te desteser dikin" dan gelê Cizîrê û ew ê li dijî vî nehiqûqiyê serlêdanên pêwîst bikin.

(sa)