Înanir: Ji bo biratiyê ez ê heya dawiyê li qadan bim
5. Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney li Êlihê bi eleqekeyeke mezin didome
ELIH (DÎHA) - 5'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney bi dirûşma "Şengal şemal a cîhanê ye" di navbera 6-11'ê çileya 2015'an de li Êlihê diroja 5'emin de ji aliye sedan kesî ev bi eleqekeyeke mezin berdewam dike. Lêstikvanê navdar Kadîr Înanir di mîhrîcanê de anî ziman ku dê ji bo aştî û biratiyê heya dawiyê li qadan be.
5'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney bi dirûşma "Şengal şemal a cîhanê ye" di navbera 6-11'ê çileya 2015'an de li Êlihê diroja 5'emin de ji aliye sedan kesî ev bi eleqekeyeke mezin berdewam dike. Mîhrîcana Kurtefilman bi tevlîbûn Rêxistina DBP/HDP'ê ya Êlihê, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sebrî Ozdemîr, Lestikvanên navdar Kadîr Înanir, Julîrde Kural, endamên Meclîsa Şeredariyê û Rêxitina DBP'ê, BUO-DER, hûnermêndên Navenda Çanda Şehîd Mîzgîn, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi amadebûna sedan kesî film hatin pêşandan.
Di serî de filmê bi derhêneriya Huseyîn Karabey ya bi navê "Were denge min" hat pêşandan. Pişt re filmê di lêstikavan Kadîr Înanir tê de cih digir ya binavê "Katirçilar"a ku di sala 90'î da hat kêşandin hat pêşandin. Filmê "Katirçilar" rastî eleqeyeke mezin hat. Piştî ku film bi dawîbû lîstikvan Kadîr Înanar derket ser dike û anî ziman ku dema film hat pêşandin di mejiyê her kesî de komkujiya Roboskiyê hat bira wan û ev tişt got: "Birastî dema ku me vê film kişand me gelek zor û zehmetî dît. Ji ber ku wek niha kişandina filîman ne rehat bû. Niha tu kes û tu derhener ligel ew qas pêşketina teknolojiyê nikare filîmek bivê rengê bi kişine."
'Di her deqeya filmê de Roboskî heye'
Înanir, anî ziman ku filîmê "Katircilar" di heremê de roleke dîrokî digire û got ku di her deqeye filîmê de jiyana Roboskiyê heye û wiha axifî: "Dema ku di heremê de ev film hat kişandin zarokên di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin tune bûn û di 15 saliya xwe ligel kareke ew qas zor û zahmet hatin kujtin. Bi rastî jî ev filîm raste, rastiya jiyana Roboskiyê dike."
Înanir, li ser pêvajoya diyalogê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin de jÎ rawestiya û destnişan kir ku ji bo baweriya wî di vê pêvajoyê de aştiyeke bêhempa were çêkirin û aştî, biratî were herême. Înanir di dawiya axaftina xwe de da zanin ku ew wek miroveke aştîxwaz ji bo aştî û biratiyê heya dawiyê wê li qadan be. Dema ku Înanir axivî kesên li salonê bûn bi dengekî dirûşmeya "Şehid namirin" û " Bijî Berxwedan Kobanê" berzkirin.
Piştî axaftina Înanir, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel plat da Înanir û bername bi dawî bû.
(ho/oî/wk)