Îran gefa darvekirinê li girtiyên kurd yên di greva birçîbûnê de dike
NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Tevî hemû zorî û zextên rejîma Îranê, greva birçîbûnê ya girtiyên kurd ên li girtîgeha Urmiyê didome û 18 roj li pey xwe hişt. Berpirsên Îranê gefa darvekirinê li girtiyên kurd dikin.
Îro 18 roje girtiyê siyasî yên kurd ên li girtîgeha bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê li dijî tevlîkirina wan ligel girtiyên ji sûcên qetil û maddeyên hişber, dest bi greva birçîbûnê kirine.
Di nava van 18 rojan de, berpirsên Îtlaata Îranê yên di nava girtîgeha Urmiyê de gelek caran gefa darvekirin û sîrgûnkirina wan a ji bo girtîgehên başûrê Îranê li girtiyê di grevê de dike.
Li gor agahdariyan berpirsên Îtlaata Îranê yên di nava girtîgehê de bangî girtiyê kurd Osman Mistefapûr kirine û lêpirsîn ligel kirine. Bi awayekî gef daxwaz ji wan kiriye ku dawî li greva xwe bênin, lê Mistefapûr diyar kiriye ku heta negihin armanca xwe wê greva girtiyên siyasî yên kurd berdewam bike.
Herwiha ji ber ku greva birçîbûnê 18 roj li pey xwe hişt, rewşa gelek girtiyan jî roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe.
Yek ji wan girtiyan Elî Reza Resûliye û 28 roje di greva birçîbûnê de ye. Gelek caran Resûlî ji ber xirabûna rewşa tendirûstiyê ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin, lê wî dermankirin red kiriye.
Tevî 18 roj jî li ser greva birçîbûnê re derbasbûye, hê jî berpirsên Komara Îslamî ya Îranê ti bersivek nedane girtiyên siyasî yên kurd.
Piştî ku rojnameya Hîmayet ya taybet bi girtîgehên Îranê nûçeya greva birçîbûnê ya girtiyên kurd belav kir, ji despêka mehê ve hat qedexekirin ku ew rojname derbasî nava girtîgeha Urmiyê bibe.
Navê girtiyên siyasî yên kurd ên di greva birçîbûnê de wihane: Elî, Welî û Cafer Efşarî (Hersê birayê hevin), Şêrko Hesen Pûr, Mihemed Ebdullahî, Xizir Resûlî Rad, Saman Nesîm, Emîr Milladost, Sîrwan Nijawî, Cafer Mîzayî, Îbrahîm Rezapûr, Ebdullah Efxerî, Ebdurheman Silêman, Ebudllah Omerî, Seyd Samî Hisênî, Ebdulla Hemûdî, Ehmed Temûyî, Osman Mistefa Pûr, Behroz Alxanî, Mistefa Rehman, Yûsif Kakememî, Seyd Cemal Mihemedî, Elî Reza Resûlî, Şoreş, Hebîb Efşarî û Mistefa Dawûdî.