Îranê Alxanî û 5 hevalên wî vê berbangê bidarvekir
NAVENDA NÛÇEYAN
Girtiyê siyasî yê kurd Behrûz Alxanî duh veguhestin hucreya yekkesî ya girtîgeha Urmiyê. Îro berbangê bi 5 hevalên xwe re bi behaneya kirîn û firotina madeyên hişber hat darvekirin.
Duh hêzên rejîma Îranê girtiyê kurd Behrûz Alxanî ji bo ku cezayê wê yê darvekirinê pêk bîne, veguhestin girtîgeha navendî ya Urmiyê. Îro seta 01:00’ê berbangê Alxnî bi 5 hevalên xwe ve hat darvkirin.
Çavkaniyekê ji Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku cenazeyê Behrûz Alxanî û 5 hevalên wî radestî malbatê hatiye kirin. Yek ji endamên malbata Alxanî jî ev nûçe piştrast kir û diyar kir ku rêveberên girtîgehê ji me re ragihandine ku îro werin cenazeyê xwe bigirin. Herwiha ji malbatê hatiye xwestin ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe pêwîste ji dadgehê nameyekê werbigrin.
Malbata Behrûz Alxanî duh li ber deriyê girtîgeha Urmiyê kom bûn û daxwaz kirin ku darvekirina kurê wan were sekinandin. Lê belê ji malbatê re ti bersivek nehat dayîn û hêzên rejîmê êrîşî malbatê jî kirin ku li ber deriyê girtîgehê kom bibûn.
Rêxistina Efûya navnetewî jî duh daxuyaniyek fermî weşand û ji Îranê xwest ku darvekirina Behrûz Alxanî bide rawestandin.
Girtiyê siyasî yê kurd Behrûz Alxanî bixwe jî roja sêşemê bi rêya telefonê ji malbata xwe re gotibû ku ji bo cara dawî werin hevdîtina wî.
Behrûz Alxanî di sala 1985’an de li bajarê Selmas a Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Roja 27 Çileya 2010’an ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li bajarê Selmasê hat girtin. Nêzî 9 mehan li Selmas, Xoy û Urmiyê di bin çavan de bû û rastî gelek şikenceyên ruhî û fizîkî hat. Alxanî li gel 15 kesên din bi behaneya alîkariya bi PJAK’ê ra hat girtin.
Nasnameya 5 girtiyên din de ên ku bi behaneya ku kirîn û firotina madeyên hişber kirine, hatin darvekirin wihaye; R. Valafer, A. Fethî, K. Golşenî, E. Kerîmî, R. Qasimî. (ge)