1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îranê cezayê îdamê da kurdekî
Îranê cezayê îdamê da kurdekî,îranê,cezayê,îdamê,da,kurdekî

Îranê cezayê îdamê da kurdekî

Li girtiyê Kurd ê siyasî cezayê dardekirinê hat birîn

A+ A-

Mehabad - Rejîma Komara Îslamî ya Îranê cezayê dardakirinê li girtiyek din ên Kurd birî. Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê cezayê dardakirinê li girtiyê Kurd ê siyasî yê bi navê Saman Neyîmî birî. Bi vî awayî ji serê sala 2012 ve herî kêm 5 girtiyên Kurd ên siyasî bi cezayê dardekirinê hatin mehkûmkirin.

Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ya rejîma Îranê bi hinceta “hevkariya partiyek Kurd kiriye” cezayê dardekirinê li girtiyê Kurd ê siyasî yê bi navê Saman Neyîmî birî. Ji ber îtîrazê dosyaya Neîmî careke din ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin.

Saman Neyîmî di tebaxa 2011 de li Mehabadê hatibû binçavkirin û piştre hat girtin. Ji wê rojê ve di girtîgehek a Mehabadê de tê ragirtin.

JI 2012 CEZAYÊ DARDEKIRINÊ LI 5 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HAT BIRÎN

Li gel Neyîmî ji destpêka sala 2012 ve cezayê dardekirinê li 4 girtiyên Kurd ên siyasî birî. Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di gulana 2012 de ango di di salvegera dardekirina girtiyên Kurd ên siyasî Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû de, cezayê dardekirinê li 4 girtiyên Kurd ên siyasî birî. Rejîma Îranê di hefteya destpêkê ya gulana Simko Xûrşîdî, Sîrwan Nijawî, Îbarahîmê Îsapûr û Hoşeng Rezayî bi cezayê dardakirinê mehkûm kir.

JI 2007 VE 10 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ HATIN DARDEKIRIN

Piştî Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin.

23 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ LI BER SÊDARÊ NE

Tevî Saman Neyîmî 23 girtiyên Kurd ên siyasî niha li ber sêdarê ne û dibe di her carekê de bên dardekirin: Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî û Saman Neyîmî.

ANF NEWS AGENCY