1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îranê di salekê de 52 kurd darve kir
Îranê di salekê de 52 kurd darve kir,îranê,di,salekê,de,52,kurd,darve,kir

Îranê di salekê de 52 kurd darve kir

A+ A-

14:44 04.01.2014

HEWLÊR (DÎHA) – Li gor statîstîka ajansekî Rojhilat, di sala 2013’an de 726 kes li Îranê hatine darvekirine û ji vane 52 kurd in. Di nava darvekiriyan de 15 jin jî hene.

Li gorî agahiya Ajansa Kurdpa ya piranî nûçeyên Rojhilat û Îranê belav dike, statîstîka darvekirinên sala 2013’an ên ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve belav kir. Li gor wê statîstîkê mehane 60 welatî dihatin darvekirin. Li gor heman ajansê, di sala 2013’an de 726 welatiyên Îranê hatine darvekirin. Ji vê hêjmarê, 52 kurd in û di nava wan de 3 girtiyên siyasî jî hene. Sala borî cezayê darvekirinê li 17 girtiyên siyasî û sivîl ên kurd hatiye birîn û egera darvekirina wan heye. Piraniya kesên hatine darvekirin, ji ber bazirganîkirina bi maddeyên hişber hatine girtin û 319 kes ji ber vî cezayî hatine darvekirin. Herwiha 119 kes jî ji ber sûcê kuştina ji qesta hatine darvekirin. Ji darvekiriyan, 25 jin bûn û 21 kes jî welatiyên Avganîstanê ne.

Di dema deshilatdariya serokomarê qaşo wekî reformxwaz tê naskirin, Hesen Rûhanî de 580 welatiyên Iraqê hatine darvekirin.

(mt/mae)