1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îranê parêzerekî kurd kuşt
Îranê parêzerekî kurd kuşt,îranê,parêzerekî,kurd,kuşt

Îranê parêzerekî kurd kuşt

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîma Îranê çend roj beriya niha gule li parêzerek kurd reşandin û ew kuştin.

Berî çend rojan parêzerek kurd ê bi navê Sîrûs Ehmedî ku xwestiye sînorê Çaldiran ê Rojhilatê Kurdistanê derbas bike, rastî gulebarana pasdarên rejîma Îranê hatiye. Parêzer Ehmedî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê, Sîrûs Ehmedî bi eslê xwe ji bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li heman bajarî karê parêzertiyê dikir. Sîrûs Ehmedî dema xwestiye ji herêma sînor a bajarê Çaldiranê ku dikeve sînorê Bakûrê Kurdistanê ve derbas bibe, rastî guleya hêzên rejîma Îranê hatiye û jiyana xwe jidest da.

Li gel parêzer Sîrûs Ehmedî çend kesên din jî hebûn ku xwestine ji sînor derbas bibin, lê bêyîu ti hişyariyek ji wan re were rasterast bûne armanca gulebarana hêzên rejîmê.

Li mizgefta Hacî Xezir a Neqedê merasima sersaxiya parêzer Sîrûs Ehmedî roja pêncşem û înê hat lidarxistin. Malbat serdanên sersaxiyê li mala xwe qebûl dikin.

(rn)


Bêjeyên Miftehî