Îranê îro Reyhane Cebarî darve kir
Roj News - NAVENDA NÛÇEYAN Reyhane Cebarî (26) ya ku bi îdiaya kesek kuştiye, îro serê sibê li girtîgeha Recayî Şhera Kerecê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat dardakirin.
Dema cezayê dardakirinê li Cebarî hate birîn gelek sazî û rêxistinên mafê jinan û mirovan li derve û hundirê Îranê, li dijî vî cezayî derketin. Herwiha her çend Cebarî bi caran di pêvajoya dadgehiyê de diyar kiribû ku wê ji bo parastina xwe û ji ber ku ji aliyê kesê ku kuştiye ve rastî destdirêjiyê jî hatiye, lê dîsa jî piştî 7 salên di zindanê de, îro cezayê di derabrê wê de pêk hat.
Dûh dayîka Reyhane, Şole Pakrevan li ser rûpelê xwe yê Facebooka wiha nivîsandiye: “Niha ji zindanê, telefonek ji min re hat û gotin, divê ji bo cara dawî ez biçim adresa ku dane min. Wê Reyhanê îşev bibin û sibê jî hikmê wê yê darvekirinê cîbicî bikin.”
Reyhane Cebarî di 19 saliya xwe de kesê bi navê Murteza Serbendî ku berê yek ji karmendên wezareta Îtilaatê bû kuştiye û piştî 7 salên di girtîgehê de, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Cebarî kuştina vî kesî pejirandibû û gotibû, wî xwestiye dest bavêje wê û ewê jî xwe parastiye.