1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Îro ji rojan Helepçe ye!
Îro ji rojan Helepçe ye!,îro,ji,rojan,helepçe,ye

Îro ji rojan Helepçe ye!

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 16.03.2014 07:24:51 Destpêkê mîna bêhna sergo, bêhneke genî hatiye. Dûre bêhneke xweş a mîna sêvê li derdorê belav bûye. Piştre jî bêhnek weke ya hêkê xwe daye der. Dema çavê zarokan sor bû, mirov verşiyan, heywan bi bêdengî diqelibîn û pelên daran diweşiyan, hatibû fêmkirin ku êdî dereng e.

Di ser Komkujiya Helepçeyê ya 16'ê Adara 1988'an re 26 sal derbas bûn, ku Rejîma Baasê ya Iraqê bi balafir û helîkopteran kir û herî kêm 5 hezar Kurd lê hatin qetilkirin. Komkujiyeke din a giran a dîroka mirovayê, li pêş çavê mirovahiyê û bi gazên dewletên îdîa dikin ku nirxên mirovahiyê hînî mirovahiyê dike hatibûn firotin, hat kirin.

Li ger çaryeka sedsalekê di ser re derbas bûye jî ne êşa Helepçeyiyan kêm bû, ne hesta Kurdan a ji zaliman re hatine terikandin ji holê rabû, ne jî dewletên cîhanê ji vê bûyerê ders girtin.

Di demeke dawiya şerê Îran-Iraqê de, di Komkujiya Helepçeyê ya 16'ê Adara 1988'an de piraniya wan jin, zarok, kal û pîr herî kêm 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, ji 7 heta 10 hezar mirov birîndar bûn. Yên bi saxî ji komkujiyê filitîn jî, rastî gelek nexweşiyan hatin. Li bi hezaran mirovan nexweşiyên li sîstema sinir a mirovan, çerm û ciger rû dan, tumor peyda bûn û mirov bi seqet hatin dinyayê.

POLÎTÎKAYA BAASÊ YA BI DEHAN SALAN GIHAŞT ASTA HERÎ BILIND

Komkujî bi tenê parçeyek ji polîtîkaya Saddam Huseyîn û Rejîma Baasê ya li hemberî Kurdan bû. Polîtîkaya valakirina Kurdistanê û bicihkirina gelê Ereb li axa Kurdistanê, ku di destpêka salên 70'yî de xwe da der, di salên şerê Îran-Iraqê de gihaşt asta herî bilind.

Di sala sêyemîn a şer de Raperîna Kurd a di sala 1983'an de destpê kir, hêviya azadiyê ya di salên 1970'yî de winda bû, ji nû ve zindî kir, di heman demê de bû sedem ku Rejîma Baasê pêkanînên xwe yên qetlîamkar ên li hemberî Kurdan zêde bike. Artêşa Iraqê ya fê mkir ku şerê bi tenê yê li dijî pêşmergeyên li qada çiyayî têrê nake, bi hinceta ku alîkarî dane pêşmergeyên Kurd bi hezaran gundî kir hedef.

Artêşa Iraqê ya li dijî artêşa Îranê şer kir, li Başûrê Kurdistanê li berxwedana Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) rast dihat. Lê belê Rejîma Baasê ya dixwest li hemberî Kukrdan serketinên leşkerî garantî bike, di wê baweriyê de bû ku êdî demhatiye Kurdistan bê valakirin. Valakirina gundan û komkujî li gelek deveran zêde bû. Rejîma Baasê ji ber têkçûna ji pêngavên artêşa Îranê xwe amade dikir 'operasyoneke jêvegerînê' bide destpêkirin. Bi vî navî wê Helepçe rû bida.

PISMAMÊ SADDAM 'KÎMYASAL ALÎ' DI DEWREYÊ DE YE

Li Helepçeya lê komkujî hat kirin, di roja 15'ê Adara 1988'an de yekîneyên leşkerî yên Îranê bi navê 'Serketin-Tevgera 7'an' dest bi êrîşeke giştî kiribûn. Hêzên YNK yên ser bi Celal Talabanî jî bi artêşa Îranê re tevdigeriyan. Artêşa Îranê û hêzên YNK derbasî Helepçeyê bûbûn, çûbûn başûrê Gola Derbendihan a li nêzî bajêr û rêya bejahî ya Silêmanî girtibûn. Di nava bi hezaran leşkerên Iraqê yên li herêmê bicih bûbûn de, bi dehan kûrmayên payebilind hebûn. Lê belê têkiliya van yekîneyan û herêmê bi herêmên din ên Iraqê re qut bû.

Iraqê jî piştî ku dît artêşa Îranê hatiye û herêm ketiye bin kontrola Pêşmergeyên Kurd û raperînê destpê kiriye, ket panîkê. Saddam Huseyîn di vê rewşê de ferman da Fermandarê Eniya Bakur Korgeneral Alî Hasan al-Majîd al Tikritî yê bi nasnav "Kîmyasal Alî" ku çeka kîmyewî bikar bîne. Sibeha 16'ê Adarê, balafirên Mig-23 ên ji aliyê Sowyetê ve hatine çêkirin ên Hêzên Hewayî yên Iraqê, bombeyên kîmyewî avêtin Helepçe, Dûceyde, Înab, Hurmal û Sirva. Balafir û helîkopteran bombeyên gaza hardal, sinir û siyanît bikar dianîn. Ji ber ku piraniya zilaman li şer bûn, herî zêde jin û zarok bûn qurbaniyên komkujiyê. Li gorî hin çavkaniyan 5 hezar, li gorî hina 6 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî yek ji çar paran jin û zarok bûn.

"DESTPÊKÊ BÊHNEK GENÎ YA MÎNA SERGO, DÛRE BÊHNEK XWEŞ A WEKE YA SÊVÊ HAT"

Piştî komkujiyê bi sedan, bi hezaran şahidan ew roj vegotin. Her çend dewlet bêdeng man jî, endamên çapemeniyê çûn cihê bûyerê û bi derengî be jî ev kêliya hovîtiyê ya qirkirinê nîşanî cîhanê dan.

Keçeke ciwan a Helepçeyî ya saet di 11 ê 16'ê Adara 1988'an de li stargehek li mala xwe de bû dê wiha behsa komkujiyê bikira: "Destpêkê helîkopter hatin, dûre jî balafir. Yek bi yek bombe avêtin. Destpêkê bêhnek genî ya mîna sergo hat. Dûre jî ev bêhn veguherî bêhneke xweş a mîna ya sêvê. Piştre jî bêhneke weke ya hêkê. Min li derve temaşe kir. Gelekî bêdeng bû, lê heywan dimirin. Mihî û bizin dimirin. Min ji her kesî re got, tiştekî şaş heye. Li hewayê tiştekî ne rast hebû. Tevî ku em nexweş ketin jî me biryar dan xwe veşêrin. Çavê min gelekî şewitî. Xwişka min xwe nêzî min kir û ji min re got, 'çavên te sor bûne'. Dûre jî zarok verşiyan. Gelekî diêşiyan û timî digiriyan. Dayika min digiriya. Dûre jî mirovên temendirêj verşiyan.

Me fêm kiribû ku li hewayê madeyên kîmyewî hene. Her diçû çavên me sor dibûn û ji çavê hin ji me rondik dibariyan. Me biryar dan birevin. Çêleka me li kêlekê dirêjkirî bû. Mîna ku dibeze, bi awayekî lez û bez hilm distend û dida. Mîna em di payizê de bin, pelên daran diweşiyan. Li hawirdorê ewrên ji dûxanê hebû. Zarok nekarîbûn bimeşin. Ji verşînê ji hal ketibûn.

Dema em diçûn gundê Înabê gelek jin û zarok mirin. Ewrên kîmyewî nêzî erdê bûn. Gelekî giran bûn. Me ew didîtin. Li her deverê mirov dimirin. Dema zarokek nema dikarîbû bimeşiyan, dê û bavên ji tirsa hiş ji serî çûbûn, zarok li kêleka rê dihiştin. Bi heman rengî mirovên temendirêj dihiştin. Dibeziyan, nedikarî nefesê bigirin û jiyana xwe ji dest didan."

“HER TIŞT LI CIHÊ XWE BÛN, LÊ HEMÛ ZINDÎ MIRIBÛN”

Rojnamevan Ramazan Ozturk ê di 21'ê Adarê de çû Helepçeyê û wêneyê 'Şahidê Bêdeng' ê bavekî Kurd ê dema dixwest bebekê xe yê biçûk rizgar bike li erdê dirêjkirîbû, kişandibû, dê piştre wiha behsa wê rojê bikira:

"Li hemû kolanan cesed hebûn. Li derdorê bêhneke mirov nedikarî îdare bike hebû. Bebekên biçûk hin ji wan çermê wan kizirîbû, kin ji wan jî bedena wan werimî bû. Piraniya cesedan ê jin, zarok û mirovên temendirêj bûn. Hin bebek ji hembêza dayika xwe derketibû û li derdorê dirêkirî bûn. Hin jê li hewşa mala xwe li dora sifrê, hin jê li ber derî, hin jê dema şîr dida bebekê xwe, hin jê dema lîstik dilîstin, ketibûn nava lepê mirina bi jehrê...

Li zeviyê derveyî bajêr, bi sedan mirovên bi awayekî komî mirîbûn, hebûn. Dema ji dûr ve mirovan lê dinêrî, mîna ku li zevî ne giha, bedenê mirovan hatine çandin, dihat xuyakirin. Li vê goristana servekirî jî dîsa jin û zarok zêde bû. Hemû bi hev re teslîmî mirina hovane bûbûn.

Bi kurtasî ji bilî çend avahiyên bombe lê ketibûn her tişt li şûna xwe bûn, lê hemû zindî miribûn."

ŞOPÊN DIYAR ÊN KOMKUJIYÊ

Komkujiya Helepçeyê hem ji aliyê Kurdan ve hem jî ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve weke asta bilind a Operasyona Enfalê ya navbera 23'ê Sibat û 6'ê Îlona 1988'an tê dîtin. Piştî komkujiyê, mirovên li bajêr û derdora wê dijiyan, neçar man koçî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bikin. Piştî şer mirov careke din li cih û warên xwe vegeriyan, lê êdî ne pêkan bû ku jiyana xwe mîna berê bimeşînin.

Her çend di Operasyona Enfalê de ji 100 heta 200 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan jî, bandora vê hovîtiyê û Komkujiya Helepçeyê, şopên kûrtir hem li nava Kurdan hem jî di dîroka mirovahiyê de hişt. Hînê bi hezaran mirov li hemberî nexweşiyên ji ber komkujiyê li ber xwe didin, gelek jin piştî anîna dunyayê ya zarokê xwe jiyana xwe ji dest didin. Li gorî lêkolînên hatine kirin, hejmara zarokên di salên 2000'î de li Helepçeyê seqet hatine dunyayê, çend qat ji Hîroşîma û Nagazakî zêdetir e.


Bêjeyên Miftehî