Îsbata hevkariya DAIŞ, El-Nusra û El-Şam – Dîmen
NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera fermî ya Ceyş El-Siwar dîmenên serçteyekî ku di êrîşên dawiyê yên li dijî wan li gundewarên Ezazê dîl hatiye girtin, weşand.
Li gorî malpera Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) serçteyê dîl hatiye girtin, di êrîşên dawiyê yên çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên ku tê gotin Tirkmen in ” Tugaya Sultan Murad û Tugaya Mihemed El-Fatih” ên li dijî Ceyş El-Siwar li herêma Ezazê ya girêdayî Herêmên El-Şahba dîl hatiye girtin.
Li gorî agahiyên malperê di mobil’a serçeteyê ku dîl hatiye girtin de dîmenên ku îsbat dikin ew ev yek ji çeteyên DAIŞ’ê ye.
Bi dîmenê de tê diyar kirin ku ew serçeteyê di nava komekê de distre û pesana Mihemed El-Cewlanî û çeteyê mezin Ebû Bekir El-Bexdadî dide.
Komên ku li gudewarên Ezazê êrîşê Ceyş El-Siwar dikin ew piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyeyê digirin.
(xê/he)
ANHA