1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îsbateke din a êrîşên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê
Îsbateke din a êrîşên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê,îsbateke,din,a,êrîşên,dewleta,tirk,li,ser,serêkaniyê

Îsbateke din a êrîşên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê

Îsbateke din a êrîşên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê

A+ A-

Li Serêkaniyê piştî ku çend roj beriya niha kesek bi navê Mahmut Akyildirim hate kuştin û derket holê ku ji Tirkiyeyê hatiye û nasnameya wî ya endamtiya Hîzbul-Kontra hate aşkerakirin, vê carê jî li ser endamekê çeteyan ê hatiye kuştin wêne hatin dîtin.

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera komên çekdar ên ji aliyê hatin êrîşî bajar kirin û hêzên YPG’ê de pevçûn di roja 11’emin de jî didomin. Li aliyê din îsbatek din jî derket holê ku Tirkiye van koman araste dike û endamên kontrayan dişine vir. Çend roj beriya niha kesek bi navê Mahmut Akyildirim li Serêkaniyê hate kuştin û derketibû holê ku ev kes ji Tirkiyeyê hatiye û nasnameya wî ya endamtiya Hîzbul-Kontra hatibû aşkerakirin.

Di demeke ku pevçûn didomin de, vê carê wêne û perçeyên rojnameyan ên ku nîşan didin ku Tirkiye di nava şer de ye derketin holê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, li ser endamekî çeteyan ê hatiye kuştin, wêneyên Serokê Berê yê Rêxistina Partiya Niştimanî (Anavatan) a Navçeya Akçakale ya Rihayê Mahmut Özgenç ku hat gotin di sala 2008’an de mirî ye û leşkerekî tirkan derketin holê.

Di wêneyekê de Ozgenç bi kesekî din re tê dîtin, di wêneyê din de jî, li baxçeyê qereqolek leşkerî, li ber ala Tirkiyê ku li ser axê hatiye çêkirin, leşkerekî ku di destek wî de çek, di destê din de jî bêtêl heye, xuya dike. Di wêneyek din de jî, wêneyên malperek înternetê ku nûçeya mirina Ozgenç û wêneyî tê de heye, xuya dike.

Çavkaniyên YPG’ê, diyar kirin ku wêne , demek kurt piştî ku ambulansa Tirkiyê hate Serêkaniyê û vegeriya, li ser endamekî çeteyan ê di pevçûnê de hatiye kuştin hatine bidestxistin.