1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îspata ku artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre
Îspata ku artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre,îspata,ku,artêşa,tirk,windahiyên,xwe,vedişêre

Îspata ku artêşa Tirk windahiyên xwe vedişêre

Carekedin hate çespandin ku windahiyên artêşa Tirk li hember gêrîlayan dide vedişêre

A+ A-

Carekedin hate çespandin ku windahiyên artêşa Tirk li hember gêrîlayan dide vedişêre. Aqûbeta leşkerê bi navê Alî Metîn yê ku di şerê 16-19’ê Mijdarê li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê gêrîlayan dest danî ser çeka wî nediyare.

HPG’ê daxuyaniya ku derbarê pevçûna 16-19’ê Mijdarê li bejahiya navçeya Şemzînana Colemêrgê aşkera kiribû ku, 38 leşker hatine kuştin, helîkopterekî skorsky xistine û helîkopterekî skorsky jî derbe kirine.

Walîtiya Colemêrgê jî îdîakiribû ku, di pevçûnê de 5 leşker mirine û navê wan leşkeran weke Ustegmen Gokhan Korkut, Cendirme serçawiş Mehmet Bostanci, cendirme serçawiş Bekir Çawiş, cendirme astsubay çawiş Nîhat Gun, çawişê pispor Bîlal Akgun ji raya giştî re aşkera kiribû.

HPG’ê jî derbarê vê operasyonê û pevçûna derketî de, her wiha çekên aydê leşkerên kuştine jî agahî dabû. Li gorî vê 3 çekên HK33 melez, çekek M16, çekek ya suîkastê, 2 çenteyên piştê û gelek malzemeyên leşkerî desteser kiribûn.

Artêşa Tirk ku windahiyên xwe vedişêr di van çekan de hatiye çespandin. Çavkaniyên HPG’ê radigehînin ku, çeka suîkastê ya ji aliyê gêrîlayan ve hatiye desteserkirin aydê leşkerê binavê Alî Metîne. Di daxuyaniya ku Walîtiyê dayî de navê Alî Metîn derbaz nebû, di derbarê aqûbeta Alî Metîn de nîşanek mezin ya pirsê çêdibe, ka li kuderê ye.

Beriya niha di gelek pevçûnên li Şemzînanê de gêrîlayan nasname û lîsteyên aydê leşkerên hatine kuştin bi raya giştî re parvekiribûn, windahiyên artêşa Tirk sipartibûn belgeyan û wisan aşkera kiribûn.

Daxuyaniya ku Walîtiyê dabû, li gel veşartina windahiyên leşkeran, di derbarê windahiyên gêrîlayan de jî agahiyên direw weşandibûn. Îdîakiribû ku, 4 gêrîla desteserkirine, 1 jê birîndar 4 gêrîla bisaxî girtine û 2 gêrîla jî teslîm bûne. Bes di vê mijarê de çavkaniyên HPG’ê rayedarên dewletê direwîn derdixin. HPG’ê aşkera kiribû ku, 4 cenazeyên gêrîlayan li herêmên di bin kontrola gêrîlayan de hatine defin kirin.

ANF NEWS AGENCY