"Îstîsmara zarokan ji sedî 400 zêde bû"
10:30 18.11.2013 STENBOL (DÎHA) - Komeleya Şefkat-Derê, diyar kir ku erîşa li dijî zarokan, tacîz û tecawiza li dijî zarokan di 5 salên dawî de ji sedî 400 zêde bûye.
Şefkat-Der, têkildarî tundiya li ser zarokan, tacîz û tecawiza li dijî zarokan daxuyaniyek nivîskî weşand. Şefkat-Derê di daxuyaniyê de diyar kir ku di dozên êrîşa zayendî, tacîz û tecawiza zarokan de ji sala 2008'an heta niha di nava 5 salên dnawî de ji sedî 400 zêdebûn çêbûye. Şefkat-Derê cih da daneyên Wezareta Dadê û anî ziman ku tundiya li ser zarokan pir zêde bûye. Şevkat-Derê da zanîn ku di daneyên Wezareta Dadê de êrîşa li ser zarokan, li gorî salan wiha ye: "Di sala 2008'an de 7 hezar û 500, di sala 2009'an de 13 hezar û 812, di sala 2011'an de 18 hezar û 334, di sala 2012'an de 33 hezar û 992"
Şevkat-Derê da zanîn ku li gorî daneyên ne fermî di sala 2012'an de li Tirkiyeyê 660 hezar zarok rastî tacîz û tecawizê hatine.
(mae)