'Îstîsmara zayendî ya li hember zarokên kurîn zêde dibin'
WAN (DÎHA) - Tê gotin ku li Wanê li hember zarokên kur îstîsmara zayendî zêde bûye. Endama Komîsyona Mafê Jinan ya Baroya Wanê Mujde Tozbey der barê mijarê agahî da û wiha got: "Di demên dawî de ji komîsyona me re gelek giliyên ku li hember zarokên kur îstîsmara zayendî pêk tên, tên kirin. Ji ber ku malbat naxwazin, em nikarin bûyerên tacîz û tecawizê teşhîr bikin."
Endama Komîsyona Mafê Jinan ya Baroya Wanê Mujde Tozbey Erden, bal kişand ser bûyerên destdirêjiyê cinsî yê ku her tim tên dibarekirin û dikevin rojevê û got: "Em di van demam de bi tayber rasti destdirêjiyên ku li ser zarokan tên kirin dibin. Mixabin em dînin ku di van demê dawiyê de ev destdirêjiya cinsî li dijî zarokên kur zêde tê kirin. Di van demên dawiyê de di welatê me de herî zêde zarok li rasti destdirêjiyê dibin, tên tecavizkirin. Bûyerên bi vi awayî divê em binin ser ziman ji ber bûyerên weke destdayina li ser cinsê zarokan tên kirin, zarok di tirsin ku bêjin. Encaq em van tiştan bînin ser ziman. Bi dehan malbat ji bo destlêdana zarokên xwe binin ziman serî li Baroya Komsiyona Mafê Jinê ya Wanê didin û fikarên xwe di derbarê zarokên xwe de tinin ziman. Dixwazin ku ev bûyer belav nebin û pêşi li van bûyerên destdayinê were girtin.
'Pişti depremê destdayina cinsi zêde bû'
Bi taybet li wanê ji 23 Îlona 2012 an de pişti depremê û şûnde welatiyên me yên ku li konteryeneryan de diman rasti destlêdayinê hatin. Her wiha Eren dibêje: "Pişti depremê di malbatekê de 12 nufus inkanê wan hebû ku di nava hev de jiyan bikin, lê dema ku deprem çêbû êdi 12 nufus di konteynerkê de man. Ev yek ji bo malbatan weke mameleya destdayin û tecavuzê hat destgirtin. Cihên girti ji bo destdayina endamên malbatan bêhtir destdayi ye. Di welatê me de ev kiryarên week destdayin û tecavizê li ser kes û malbatên mexdur dibin bêhtir tê kirin.
'Em bi dehan serlêdanê destdirêjîyê digrin'
Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê bi dehan bûyerên destdirêjiya zarokan derketî holê, Erden anî ziman ku ev kesen ku rastî destdirêjiyê ten bi piranî zarokên kur. Erden wiha got: "Ev zarokanan piranî ji aliyê bav, kek,ap,xal û xizman ve tê destdirêj kirin. Anha em ji bo ku malbat gilîdar be,hewl didin em anha di wê astêdene ji ber wê ez nikarin hijmarekî zelal bidim we. Bûyerên ku digehêje komîsyona me yên herê dawêyê bi taybetê piranî xwe destdirêjîyên zarokên kur de zêdebûnek mezin heye."
(ça/my/po/lg)