‘Îtaliya dê Piştgiriya bi Rojava re zêde bike’
ROMA– Piştî Almaniya, Beljîka, Siwêd û Nerwijê şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li paytexta Îtaliya Romayê bi Yekîtiya Sendîkeyên Îtalî re civiya. Yekîtiya Sendîkeyê diyar kir ku piştgiriya ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re piştî ku Îtaliya serokatiya Yekîtiya Ewropa werbigire dê zêdetir bibe.
Yekîtiya Sandîkeyan yek ji desteyên mezin di Îtaliya de ye ku ji milyonek endam pêk tê. Şandya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed, Berpirsiyara Têliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Suryanî Rîma Seîd û Endamê Komîteya Karûbarên Siyasî ya Meclîsa Zagonsaz Ebdilkerîm Umer pêk dihat. Ji aliyê rayedarên Îtaliya ve jî Birêveberê Giştî ya siyasetên derve Iecpoldo Tartadlia, Kordînasyonê têkliyên giştî ya Yekîtiya Sendîkeyan Sergoio Bassoli amade bûn. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin. Şandeay rêveberiyê detayên rewşa Rojava ji ber ambargoya ku ji gelek aliyan ve danîne ser ragihandin. Li aliyê din endamên Yekîtiya Sandîkeyê diyar kirin ku aloziya Sûriyê bandoreke neyînî li Îtaliya jî kiriye û xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di parastina herêmên ku di bin kontrola wê de ne spas kirin. Tartadlia di axaftina xwe de got ku piştî Îtaliya serokatiya Yekîtiya Ewropa werbigire dê bêtir piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike.
Her wiha şandeya rêveberiyê bi Serokê Sendîkeya Karkerên çep Vincenzo Malggi û gelek rayedar û rêveberên Yekîtiyê û li gel şopandina ragihandinê ya radiyo Aundarisa civiyan. Di civînê de Serokê Sendîkeyê diyar kir ku ew piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin. Piştre şandiya rêveberiyê civîneke çapemeniyê derbarê rewşa Rojava û Sûriyê bi giştî lidar xist.
(jh)