Îtirafa melûm a der barê bûyeran Seîdan de careke din hat rastdêrandin
Îtirafa ku Mehmet Emin Ozbay, bi navê xwe yê din Tîlkî, ji Sidik Boga re kiriye ku ew di sala 1971’ê de li Başûrê Kurdistanê di kuştina Seîd Elçî û Mehemedê Begê de wek tetikkêş hatiye bikaranîn.
Ev mikurhatina hanê ji aliyê xwendekarê bijîşkiyê Selahattîn Guler ve jî hatiye vegotin ku ew yek ji sê kesên DDKD’yî ye ku wextekê li Erziromê hatibûn binçavkirin, her wiha ev agahî di pirtûka Ziya Avci ya bi navê “Bîranîn û Şahîdîya Hinek Bûyeran” de jî heye. Ji ber ku Tîlkî Selîm ne li heyatê ye, loma ev hevdîtin gelek girîng e ku ji devê kesê duyem ve ev mijar tê rastdêrandin.
Têkiliya vê mijarê ya bi bûyera Seîdan re; Di navbera salên 1960 û 1970’yî de, ji ber mêrkujiyên li herêma Misircê Selîm Tîlkî (Selîmê Ûsê) û hevalên wî yên din Mahmut Yolbîr (Mehmûdê Hasenka) û Hesenê Seyro bi merîfeta Derwêşê Sado (Derviş Akgul) derbasî Başûrê Kurdistanê dibin û li wir dibin pêşmerge û li Qereqola Qumrî ya Pêşmergeyan jî tên wezîfedarkirin. Tîlkî Selîm ku di sala 1971’ê de di kuştina Seîd Elçî û Mehemedê Begê de wek tetikkêş hatiye bikaranîn, di îfadeya xwe ya pêşîn de, ku ev îfade ji aliyê Esed Xoşewî ve hatiye wergirtin, diyar kiriye ku wî emrê kuştinê ji PDK-I’yê standiye, lê piştî ku Derweşê Sado pê re axiviye îfadeya xwe guhartiye û gotiye ku wî emir ji Dr. Şivan Standiye. Ev yek jî dibe sedema pêvajoya neheq a girtin û mirina Dr. Şivan. Tîlkî Selîm bi efûya 1974’an ji Başûr vedigere, lê tê girtin û ew dişînin Girtîgeha Erziromê. Di sala 1978’an de Sidik Boga ku kovarek pê re girtin û endamê DDKD’yê ye û du hevalên wî (yek jî xwendekarê bijîşkiyê Selahattîn Guler e) li Erziromê tên girtin û ew dişînin heman girtîgehê. Ev her sê DDKD’yî bi Tîlkî Selîm re li heman qawîşê dimînin. Siddik Boga ku wê demê 2-3 mehan li eynî ranzayê bi Tîlkî Selîm re maye, diyar kir ku Tîlkî Selîm der barê vê yekê de jê re gelek tiştên girîng gotine. Di hevdîtina bi Siddik Boga re, ya roja 23’yê Tebaxa 2014’an, ku parêzer Ruşen Aslan, Selahattîn Alî Arîk û Ercan Sarisaltuk jî amade bûne û wan ev dîdarî qeyd kiriye, wî ji wan re daxuyandiye ku Tîlkî Selîm jê re gotiye ku wê demê du kes anîne cem wî û jê xwestine ku wan kesan li qereqolê bigire û paşê jî bi fermana ku ji Komîteya Zaxoyê ya PDK-I’yê hatiye wan ew her du kes înfaz kirine û piştre jî hîn bûne ku ew her du kes Seîd Elçî û Mehemedê Begê bûne û di pey re jî kuştina wan kesan kirine stûyê Dr. Şivan û hevalên wî. Lê ji wan re aşkera dike ku tu eleqeya Dr. Şivan û hevalên wî bi vê bûyerê re tune ye, ew ji vê yekê “bêsûc û bêguneh in” û li xwe mikur tê ku fermana kuştina van her duyan jî Komîteya Zaxoyê ya PDK-I’yê daye wî. Piştî ku 2-3 mehan di girtîgehê de dimînin, di encama darizandinê de Sidik Boga û hevalên wî tên berdan. Gava Sidik Boga ji girtîgehê derdikeve, Tîlkî Selîm jê re dibêje ku li ser vê û der barê mijarên din de jî pê re hin agahî hene, loma jî hewce dike ku ew têkiliya xwe jê nebirin û gava ew ji girtîgehê derkeve jî dixwaze ku werin wî bibînin. Siddik Boga diyar dike ku wî ev yeka hanê û daxwaza Tîlkî Selîm ragihandiye rêxistina xwe (KİP) û rêxistinê jî girîngî bi vê daye û li gotinên xwe zêde dike ku paşê ji bo vê yekê tu hewldan û teşebûs çênebûne.
Not: Der barê mijarê de ji bo agahiyên hîn zêdetir hûn dikarin serî li Selahattin Ali Arik bidin. Selahattin Ali Arik Telf. 0 532 510 86 38 [email protected]