1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Îşkenceya li Tekîrdagê piştî hevdîtinên li Îmraliyê zêdetir bû'
'Îşkenceya li Tekîrdagê piştî hevdîtinên li Îmraliyê zêdetir bû',îşkenceya,li,tekîrdagê,piştî,hevdîtinên,li,îmraliyê,zêdetir,bû

'Îşkenceya li Tekîrdagê piştî hevdîtinên li Îmraliyê zêdetir bû'

A+ A-

SEVDİYE ERGURBUZ / ÇAGDAŞ KAPLAN

STENBOL (DÎHA) - Serokê TUAD'ê Prz. Sînan Zîncîr, diyar kir ku li Girtîgeah Tîpa F a Hêjmar 2 ku 21 girtiyên siyasî ji bo mafê xwe biparêzin ketine gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger îşkence derketiye asta jor û wiha got: "Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kir, îşkence û zextên li ser girtiyan bêtir zêde bû. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umit Efe jî diyar kir ku ger daxwazên girtiyan neyên qebûlknirin dê dest bi çalakiyan bikin.

Li girtîgehan roj bi roj zext û zordariya li ser girtiyan zêde dibe. Li hemberî vê yekê girtî ji bo mafê xwe biparêzin dest bi çalakiyan dikin. Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tedîrdagê 19 girtiyên PKK'î û 2 girtiyên Biryargera Şoreşger bi tevahî 21 girtiyên siyasî ji bo mafê xwe biparêzin û zextên li ser girtiyan şermezar bikin die 25'ê Adarê de des bi gireva birçîbûnê kirin û çalakiya xwe ya bêdor û bêdem berdewam dikin. Girtiyen dest bi çalakiyê kirin rastî cezayê dîsîplînê hatin û mafê wan ê ziyaret û ragihandinê ji destê wan hat girtin. Der barê geşedanên li girtîgeha Tekîrdagê de parazvanên mafên mirovan bertekên xwe an3in ziman. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe û Serokê Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAD) Sînan Zincir axivîn û banga hestyariyê kirin.

Serkê ÎHD'ê Efe diyar kir ku wan demek berê girtîgehên Hêjmarê 1-2 yên Tekrdagê ziyaret kir û û bi rayaran re civîn pêk anîn. Efe da zanîn ku wan rayedarên girtîgehê der barê binpêkirina mafan de hişyar kirine û xwestine li gorî daxwazên girtiyan tev bigerin. Efe da zanîn ku li hêjmar 2 a Tekîrdagê gelek girtiyên PKK'î hene û lê her tim rastî îşkence û binpêkirina mafgan tên û wiha got: "Kesên raste rast bi endamtiya PKK'ê nayên darizandin jî ji ber kurdin wekî PKK'î tên naskirin Di nava kurdan de rewşenbir û nivîskar jîne. Li hucreyên 1 kesî û 3 kesan bingeha îşkenceyê tê amadekirin. Ji bo her cûreyên îşkenceyêbê meşandin amadekarî tên kirin. Hemû şert û mercên jiyana mirovane li wan tê girtin. Girtî nikarin daxwazên xwe bînin ziman. Nikarin dengê xwe bilind bikin. Bêhnê li wan diçikînin. Li vê girtîgihê îdîayên muameleyên nebaş û îşkenceyê zêde ne. Her tim îdia red kirin, lê me her tim îdiayê îşkenceyê îspat kirin. Yek jê tazîkirina giriyan e."

'Mafê girtiyan ê ragihandinê tê astengkirin'

Efe, anî ziman ku gelek cureyên îşkenceyê hene û yek jê mafê ragihandin û diyalogê tê qutkirin û wiha axivî: "Dixwazin girtiyan bikin muhntocê xwe û dixwazin bikin koleyên xwe. 9 daxawzên girtiyan ên bingehin hene. Dixwazin lêgerîna li dijî rûmetê bi dawî bibe. Dixwazin qedexeya dan û stendina pirtûkan a navbera odeyan bi dawî bibin. Dixwazin pirtûkên odeyên wan neyên komkirin û gelek daxwazên wan ên mirovane hene. Em ê dîsa heyetekê ava bikin û biçin li wir lêkolînê û venêrtiyê bikin. Muameleya rehînan dikin. Divê berpirsiyar bên darizandin û lêkolîn bê kirin. Em her hefte ji bo mafê girtiyan meşê pêk tînin. Em dê vê hefteyê ji bo mafên girtiyên Tekîrdagê bîniman em dê meşê pêk bînin. Mafê berxwedanê mafekî mirovane ye. "

'B1 nayê dayîn'

Efe, destnîşan kir ku mafê girtiyên ketine gireva birçîbûnê ya vîtanîna B1 ji destê wan tê girtin û wiha got: "Girtiyên ketine girevê divê mafê wan ê B1 bê dayîn. Ji ber ku ev vîtamîn neyê dayîn dê nexweşiya Wernicke Korsakoffê derkeve holê. Niha li Tirkiyeyê 500 û 1000 girtiyên bi nexweşiya Wernicke Korsakoffluê ketine. Divê bi lezgîn vê vîtanimê bidnin wan.

'Doktor jî şirîkê îşkenceyê ne'

Serokê TUAD'ê Prz. Sînan Zîncîr, diyar kir ku li Girtîgeah Tîpa F a Hêjmar 2 ku 21 girtiyên siyasî ji bo mafê xwe biparêzin ketine gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger îşkence derketiye asta jor û wiha got: "Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dest pê kir, îşkence û zextên li ser girtiyan bêtir zêde bû. Me bi dehan caran serlêdana sûc kir. Me gelek caran daxuyanî da. Lê tiştek nehat guhertin. Doktorên girtîgehê jî dibin şirîkê sûc û îşkenceyê li girtiyan dikin. Girtiyên di sînorê mirinê de ne ji derman nakin. Em bang li cemaweriyê dikin û dixwazin li hemberi vê yekê hestiyar bin. Em weki TUAD'ê dê girtiyan ziyaret bikin. Di 24'ê Nîsanê de heyeta ji wekîlê BDP'ê pêk tê dê biçin hevdîtin bikin. Niha hemû têkiliyên girtiyan ên derve hatine qutkirinû vîtamîna B1 nadin wan."

(mae)