Önder: Çavê me li ser Qanûna Muzakereyê ye
AMED (DÎHA) - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ku di heyeta ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtina pêk tîne de cih digire û anî ziman ku Ocalan gelek caran tîne ziman ku divê pêvajoyê diyalogê ji kontrola gel re vekirî be, hêviya wan ew e ku heta hilbijartinên serokomariyê gavên hiqûqî bên avêtin û wiha got: "Di vê qonaxê de çavê me li ser Qanûna Muzakereyê ye."
Hikûmetê heta niha ji bo pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, nexşerêya xwe diyar nekiriye û di nav sal û nîvekî de heta niha tu gavên şênber neavêtiye. Heyeta HDP'ê ku di nav de Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî cih digire di 9'ê hezîranê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û Ocalan di vê hevdîtinê de diyar kir ku divê pêvajoya diyalogê ji raya giştî re vekirî be û qanûn bên derxistin û ji bo qonaxa nû lêhûr dibim û hêvîdar im. Niha çav li hikûmetê ye ku ji bo pêvajoyê qanûnan derxe. Sirri Sureyya Onder geşedanên dawî ji DÎHA'yê re nirxand.
Çav li ser Qanûna Muzakereyê ye
Onder anî ziman ku li hember helwesta hikûmetê, Rêberê PKK'ê Ocalan û saziyên kurd ji bo aştiyê îradeyek derxistine holê û bi saya wan pêvajo gihîştiye vê astê. Onder diyar kir ku divê pêvajo li ser bingeha hûqûqî bê meşandin û alî berpirsyariya xwe bînin cih. Onder destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê wekî ku bi Ocalan re hevdîtinê pêk tînin hewayekî diafirînin û wiha got: "Ev rev e. Di vê qonaxê de çavê me li ser Qanûna Muzakereyê ye."
'Tu îrade nikare hevalên me di girtîgehan de bigire'
Onder bilêv kir ku wisa difikirin heta hilbijartinên serokomariyê sererastkirinên qanûnî pêk bînin, divê girtiyên nexweş serbest bên berdan û mijara girtiyên nexweş mijara bazarê nîne û wiha got: "Îro tu îrade nikare hevalên me di girtîgehê de bihêle. Ez baweriya xwe bi paketa darazê naynim, li gorî îrade û hişmendiya xwedî derketinê van gotinan tînim ziman."
Dê heyet heta 1-2 hefteyan biçe Îmraliyê
Onder destnîşan kir ku dibe ku heyeta HDP'ê di nava hefteyek û du hefteyan de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Onder balkişand ser kampanya û mîtîngên ku ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin û wiha got: "Daxwaza azadiya Ocalan, daxwaza aştiyê ye. Em dixwazin hemû gelê me piştgiriyê bidin zincîra mîtîngên aştiyê."
(ça)