Şagirtan belgeyên xwe wergirtin
26 Gulan 2014 ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê 80 şagirtên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê qursa zimanê kurd xilaskirin bi merasîmekê belgeyên xwe wergirtin.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji bo 80 şagirtên li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê (MAPER) qursa zimanê kurd xilas kirin li Navenda Çand û Hûnerê ya Laleşê merasîm hate lidarxistin. Gelek kes tevlî merasîmê bûn. Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Sîlopiyê Muslum Ergun diyar kir ku di pêvajoya diyalogê de ji mijarên serek yêk jî zextên li ser zimanê kurd rakirinbû.
'Divê dest ji asîmîlasyon û zextên li ser zimanê kurd bê berdan'
Ergun, anî ziman ku di pêvajoya diyalogê de aliyê kurd gav avêtin lê hikûmetê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de gav neavêtin û wiha got: "Heke hikûmeta AKP'ê û dewlet bixwaze pêvajo bi awayekî erenî bi dawî bibe divê zext û asîmîlasyonên li ser zimanê kurd rabike."
Piştî axaftinan belgeyên 80 şagirtina hatin dayîn.
(bd)