Şahidan qetilkirina Aras vegotin
EDENE (DÎHA) - Şahidan dema Îbrahîm Aras (15) ê ku bi bombeya deng a polîsan jiyana xwe ji dest desta vegotin. Şahidan diyar kir ku polîsên fermî hatin serê kolanê û 3 polîsan maskeya gazê di mesafeyeke nêz de nîşan digirin û bombeya deng avêtin Aras û bi teqînekî mezin Aras ket erdê û pişt re polîsan gelek bombeyên gazê yên din avêtin kolanê.
Şahidan bûyera Îbrahîm Aras ê ku li Edeneyê bi bombeya deng a polîsan ji serê wî ket û jiyana xwe ji dest da dîtin bûyer vegotin. Şahidê bi navê N.A.A., diyar kir ku di dema bûyerê de di şanişîna malê de rûdinşit û dengê teqîneke mezin bihîzt û wiha got: "Min dengê teqîenekî mezin bihîst. Dema min di şanişînê de berê xwe da jêr min dît ku kapsula bombeyê li serê zarokê bi nav Îbrahîm Aras ketibû. Zarok di nav xwînê de û serê wî perçebûyî li erê dê bû. Ji ber ku gelek bombeyên deng û bombeyên gazê hatin bikaranîn min nekarî biçim jêr. Ez li 155 geriyam lê bersiva min nedan. Cenazeyê Îbrahîm Aras 3 seat û nîvan li erdê ma."
'Min dît ku 3 polîsên rûpoş di mesafeyekî nêz de çek berdan'
Şahidê bi navê B.B. jî diyar kir ku 3 polîsên hêzên çewîk ên maskeyên gazê girêdayîn hatin serê kolanê. B.B., anî ziman ku polîsan di mesafeyekî gelek nêz de nîşan girtin û bombeya deng avêtin û zarok li ber çavên wî ket erdê û serê zarok bi temamî perçe bû. B.B., da zanîn ku piştî bombeya gaz polîsan gelek bombeyên gazê jî avêtin kolanê û wiha got: "Îbrahîm Aras 3 seatan li erdê ma û tu rayedar nehatin û cenaze ranekirin. Piştî bi israr em lêgeriyan 3 seat şunda dozger hat û cenaze rakirin."
'Polîs ketin kolana 20067'an di nêz de bombe avêtin'
Şahidê bûyerê M.N.Z. jî diyar kir ku dema bûyerê de li ber malê rûdiniştibû û li Bulvara Guney Kuşakê çalakiyekî biçûk hebû lê di dema bûyerê de polîs ketin kolana 20067'an û di nêz de nîşan li Îbrahîm Aras girtin û bombeya deng avêtinê û wiha got: "Aras bi kapsula bombeya deng a li serê wî ket, kete erdê. Dema ez çûm cem zarok serê wî perçe bibû û li erdê radiza. Bûyera seat di 17.00'an de pêk hat. Zarok nêzî sê saet û nîvan li erê dê ma. Seat di derdorên 21.00'an de cenazeyê Aras birin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
'Hovîtiyek e'
Şahidê bi navê M.A. jî bûyer wiha vegot: "Zarokê bi navê Îbrahîm Aras ê ku pişt re me navê wî zanî 3 metre ji me dûr bû. 3 polîsên fermî ketin kolanê û bi nêz de bombe avêtin, li zarok dan. Zarokê bombe li serê wî ket nêzî sê seat û nîvan li erdê ma. Ji ber bombeyên gazê yên zêde avêtin kolanê em reviyan hûndir. Em neçûn ser cenaze û me ser negirt. Ji roja bûyerê heya niha deruniya min xirab bûye. Hovîtiyeke mezin e."
(bd)