1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Şahidê trajediya ku gelê Kurd jiyaye: Keleha Qumrî II
Şahidê trajediya ku gelê Kurd jiyaye: Keleha Qumrî II,şahidê,trajediya,ku,gelê,kurd,jiyaye,keleha,qumrî,ii

Şahidê trajediya ku gelê Kurd jiyaye: Keleha Qumrî II

A+ A-

BEHDÎNAN 14.07.2014 07:03:58 Keleha Qumrî ku bi sedsalan e bi dehan carî hate şewitan û bi heybeta xwe bû mijara dengbêjan, di heman demê de di çaryeka sedsala dawî de, ji trajediyên gelê Kurd re şahiyê dike.

Keleh carekê ji aliyê Îraniyan ve û carekê jî ji aliyê Osmaniyan ve hate şewitandin û hilweşandin. Piştî ji ku kelehê tiştek nema Beg û Mîran li qadên rast hukmên xwe meşandine. Ev hukm bi Peymana Lozanê re bi giştî ji holê radibin û gelê li vir dijîn ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi sedan carî rastî êrîş û komkujiyên rejîmê hatin.

Piştî kelehê taybetiya xwe winda kir, destpêkê Suleyman Beg ji ber ku li kelehê û derdora wê av nema, tê jêrê kelehê û hema li erdê koşkê çêdike. Demekê li vir hukmê xwe îlan dike. Ji ber êrîşên li pey hev piştî demekê dikeve. Ji vê demê şûnde Osman Beg û neviyê wî, Osman Beg li vir hukmê xwe dimeşîne. Piştî kurê Osman Beg, Mîrê gundê Derşîş, Haci Reşît Beg van deran kontrol dike. Hecî Reşît Beg jî ji eşîra Berwariyan e. Tê gotin ku ji wê şûnde jî eşîrtî destpê dike. Hukmê Reşît Beg li vir zêde nadome. Ji ber kêmbûna avê li gundê Derşîş bi cih dibe.

JI ÎNGÎLÎZAN DIREVIN, LI KURDISTANÊ DISITIRIN

Dema Heci Reşît Beg bi hatine Îngîlîzan a herêmê, di navbera Osmanî û Îngîlîzan de şer destpê dike. Reşît Beg bi Berwariyan re li dijî Îngîlîzan li Newala Munzurê têdikoşe. Piştî ku dîtin nekarin bi ser bikevin, bi leşkerên dîl girtibûn re çûn Bakurê Kurdistanê. Li vir Reşît Beg leşkerên Îngîlîz berdide û vedigerin yekineyên xwe. Li dijî Îngîlîz dihêlin ku gundê Derşîş û derdora wê bikeve bin kontrola Reşît Beg. Ji wê rojê heta niha Reşît Beg û kurên xwe li van derdoran wek Mîr man. Piştî kurê wî Ahmet Beg li Kanîmasî hukim meşand. Ev hukim piştî ku Şoreşa Îlonê li Başur destpê kir meşiya û ji wê û pêde tê gotin ku tu mîr û begî hukim nemeşandiye.

BI PEYMANA CEZAYÎRÊ LI KURDAN XISTIN

Di pêvajoya Şoreşa Îlonê de bi peyamna Cezayîê re tê gotin ku şoreş negihiştiye armanca xwe. Di vê mijarê lekolînerê ku nexwest navê xwe bide got: Hêzên ku heta wê rojê digotin em piştgiriyê didin we, Amerîka û Îngîlîstan jî têde hemû hêzan li dijî me polîtîka meşand. Pişt vê peymana ku 1975’an de hat kirin de Iraqê êrîşê Îranê kir. Şer 8 salan berdewam kir. Di nava vê demê de bi dehan carî hat şewitandin û hilweşandin. Em hemû ji Iraqê bigirin heta Urdunê hatin sirgunkirin. Ji bilî wê di vê qadê de otoriteyek pêş neket. Li ser vê di 1976’an de tevgerê destpê kir. Jêre digotin ‘Qiyad a Makkat’. Berpirsê wê Selîm Soranî bû. Ji aliyê Barzanî ve şandibûn qadê. Di vî şerê 8 salan de gelek wenda di navbera Îran û Iraqê de hatin jiyîn. Piraniya windayan Kurdbûn û me bi xwe re digot gelo em Kurd çima di şerê van welatan de dimirin, qer nebe em ji bo şoreşa xwe bimirin. Ji ber vê em hatin sirgunkirin. Me ev gundê Qumrî ji nû ve ava kir. Em li vir man.

PIŞTÎ SEDSALAN KOÇA DUYEM

Gundiyekî da zanîn ku di sala 1988’an de dema şer rawestiya, Iraqê vê carê berê xwe da Kurdan û got: “Berê xwe dan me. Enfal dan destpêkirin. Vê carê em çûn Bakurê Kurdistanê. Em li Mûş, Amed û Mêrdînê bicih bûn. Di sala 1990’î de ev der bûn herêmên tampon û piştî firîna balafiran hat qedexekirin, 4 sal şûnde em vegeriyan. Piştî Saddam 1993’an de êrîşê Kuveytê kir, hêzên navneteweyî berê xwedan. Ev mudaxaleya li dijî Iraqê em rehet kirin. Ji wir şûnde em li qadan bicih bûn. Lê ne li gundê Qumrî em li jêrên wê bi cih bûn. Ji ber vê jî Keleha Qumrî ji dîrokê heta roja me ya îro hukmê xwe meşandiye. Lê êdî bi guherîna demê re,xwe berdan cihên rast û hukmê xwe meşandin. Herî dawî heta Osman beg.

DIBE MIJARA DENGBÊJAN

Abdullah Haci Alî, girîngiya stratejîk a girê Qumrî wiha vedibêje: “Ev gir beriya bikeve destê PKK’ê, ji bo gelek tevgerên Kurd û qeçaxvanan dibû stargeh. Qeçaxvanekî bi navê Hîrurîlî li Keleha Qumrî disitire. Demeke dirêj ev dibe baragehek bo qeçaxvanan. Hururîlî Osman bi rojan li dijî dewleta Tirk têdikoşe. Heta tê gotin ku Dengbêj Hesen di stranê xwe de vê berxwedanê vedibêje.

DEMA OSMANIYAN DE DÊR TÊN HILWEŞANDIN

Dîsa tê gotin ku sê dêrên li vê qadê di dema Osmaniyan de ji ber ku zorê ol hatiye guhertin tên şewitandin. Niha hê jî yek ji an dêran li gundê Derşîş e û wek mizgeft tê bikaranîn. Yên din jî wêran bûne. Ew jî wek keleha Qumrî li bendê ne ku bi kolandinên arkeolojîk derkevin holê. Niha jî ji aliyê kesên tên seyrangehê jî her roj tê texrîbkirin.

DARÊN KEZVAN

Keleha Qumrî ku dîrokê de gelek caran rastî êrîşê hatiye, wek keleheke ku ji şerê biratiyê ya di navbera Kurdan de jiya jî şahiyê dike.

Keleha Qumrî tenê ji êrîşên derve re şahidiyê nake. Heman demê ji pevçûnên navxweyî yê navbera Kurdan re şahidiyê dike.

Dema mirov xwe ji Keleha Qumrî berdide xwarê, di navber xerabe û kelehê de darên kezvanê yên sedsalan hene û di bin wan daran de jî xerabeyên gelek kevn hene.

ŞAHIDÊN KOMKUJIYÊ DARÊN KEZVANÊ

Di sîlueta darên kezvanê yên sedsalî de bîrîn û çalên hene û ev jî yekser yekitiya Kurdan a birîndar bû, nîşan dide. Piştî bûyera Doktor Şivan ku navê wî di dîrokê de komkujiya bira ma, yekane şahidên zindî mane darên kezvan û zinarên bi heybet ên derdorê ne.

JI NEXWEŞXANEYÊ BIRIN Û AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN

Gundiyê Derşîş der barê bûyera Doktor Şivan de wiha dibêjin: Rojekê PDK û Doktor Şivan tên cem hev. Doktor Şivan û kesên li gel wî bi îdiaya ku dê peymanê bikin ji nexweşxaneyê girtin û birin Newala bin Keleha Qumrî û careke din agahî jê nehat girtin. Dibêjin PDK’ê qetil kiriye, lê em nikarin tiştek bêjin.

Doktor Şivan li jorê gund nexweşxaneyek çêkiribû. Li vir hem leşker û hem jî gundî derman dikir. Kesekî pir sempatîk û dirust bû. Şoreşger bû. Rengî wî pir li Serok Apo çibû. Ew jî ji Bakurê Kurdistanê bû. Doktor Şivan gelek girîngî dida gelê Kurd.

Li Metînayê gera me ya li Keleha Qumrî û Derdora wê bi lêkolînan li vir bi dawî dibe û em hêvîdar in ku ji xebatên arkeolojîk re jî bibin alîkar.