Şahidê Şengalê rojnamegerê Swêdî vedibêje
MURAT KUSEYRİ - STOCKHOLM
Gelê Swêdê hovîtiya li Şengal û Başûrê Kurdistanê hat jiyîn û komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, qehremanî û lehengiya gerîlayên HPG, YPG û YPJ’ê ji nûçeyên rojnamegerên Swêdî Jaokîm Medîn fêr bûn.
Joakîm Medîn ji bo pergalên li Rojava û herêma Federal tên avakirin lêkolîn bike çû Kurdistanê. Di dema êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî Şengal û Başûrê Kurdistanê de li nêzî sînorê Rojava bû.
Medîn bû şahidê trajediya Êzidiyên ji çiyayan anîn Rojava. Bi fermandarê Gerîla, pêşmerge, Êzidiyên ji komkujiyê rizgar bûne û Sûryaniyan re axivî. Dawiya hefteya buhrî jî vegeriya Swêdê.
‘YPG Û YPJ’Ê VEGUHASTINA ÊZIDIYAN DIKIRIN’
Medîn wiha dibêje: “Bi kamyon, wesayît û pîkaban Êzidiyan ji çiyan rizgar dikin û tînin Rojava. YPG û YPJ bi gelê herêmê re Êzidî vediguhastin. Wesayît gerîlaya jin bi kar dianîn. Piştre gerîlayên PKK’ê jî hatin alîkariyê. Min komeke pêşmerge dît. Min pirsî. Gotin wan alîkarî daye Êzidiyên li Çiyayê Şengalê. Êzidiyên ku ev bihistin gelekî hêrs bûn. Gotin ku wan pêşmerge li wir nedîtine. Êzidiyên hatin xilaskirin ji tîbûna û birçîbûna têk çibûn. Di konê Heyva Sor de dihatin dermankirin.
DEMA DAIŞ’Ê ÊRÎŞ KIR PEŞMERGE REVIYAN
Medîn got: “Êzidiyan hovîtiya DAIŞ’ê vedigot. Revandina jinan vedigotin. Kal û pîr digiriyan. Mirovên ku daxwaza avê qîr dikirin hebûn. Min hemû av û xwarina xwe da wan. Ez bi gelek Êzidiyan re axivîm. Gotin; ‘Piştî êrîşa DAIŞ’ê hemû pêşmerge reviyan. Çek nedan me.’
ŞERVANÊN YPJ’Ê HÊVÎ DAN
Medîn diyar kir ku herî zêde bêçaretiyê bandor li ser wî kiriye û got: “Min şahidiya tiştên bi xof kir. Me nidikarîbû alîkariyê bidin wan. Divê ez demildest biçim Ewropayê û van bûyeran vebêjim. Divê ez hewl bidim ku alîkarî bo wan bê şandin.Lê li gel van hemûyan şervanên YPJ’ê Êzidî bi wesayîtan dianîn, hêvî dan min. Şervanên YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê hêzek ava kirine û ev jî hêviyê dide gel. Cîhanê kareseta li Kurdistanê piştî êrtşa DAIŞ’ê ya li Xiristiyan û Êzidiyan fêm kiriye û dereng mudaxale kir. Gelek Êzidiyan digotin, 'Em bi saya Xweda û PKK’ê dijîn. Lê DYA û YE hê PKK’ê di lîsteya terorê de dibîne. Ez di vir de nakokiyek mezin dibînim."
BERXWEDANA ROJAVA HÊVIYÊ DIDE GEL
Medîm diyar kir ku li Rojava rêveberiyeke ji Kurd, Ereb û Suryaniyan pêk tê hatiye avakirin û got, "Êzidî û Suryanî di nava refên YPG û YPJ’ê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin."
ROJAVAYÎ DIVÊ NÊZÎKATIYA XWE LI BER ÇAVAN DERBAS BIKIN
Medîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “PKK, YPG’ê li Rojava li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke serkeftî ya mezin dan. Divê welatên Rojava vê rastiyê baş binirxînin û nêzîkatiya xwe ya li dijî PKK’ê li ber çavan derbas bikin.”