1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şahidên destpêkê yên Komkujiya Parîsê
Şahidên destpêkê yên Komkujiya Parîsê,şahidên,destpêkê,yên,komkujiya,parîsê

Şahidên destpêkê yên Komkujiya Parîsê

Şahidên ku beriya her kesê cenazeyên sê jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin dîtin, ji ANF’ê re axivîn

A+ A-

Maxime Azadî Parîs - Şahidên ku beriya her kesê cenazeyên sê jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin dîtin, ji ANF’ê re axivîn. Şahidên ku bi zorê dikariyan komkujiyê vebibêjin, heta niha jî di bin bandora wehşeta komkujiyê de ne û wehşeta vê komkujiyê vegotin.

Ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) roja 9’ê çileyê, çarşemê bi awayeke komî li Parîsê hqtin qetilkirin. Li gorî encamên otopsiyê, çar gulle li serê yek ji wan dane û li serê her du jinên din jî sê gulle lê xistine. Li gorî otopsiyê, ev komkujî di navbera saet 18-19 de pêk hatiye. Di êrîşê de gulleyên 7.65 mm hatine bikaranîn, lê nayê zanîn ka çend demance hatine bikaranîn. Li gorî agahiyan her çendî derî bi şîfreyan vedibû û du derî hebûn jî lê êrîşkar bêyi ku tu zoriyan bikişîne ketine hundir. Lêpirsîn ji aliyê Şaxê Dijî Terorê ya Krîmînal a Parîsê û Midûriyeta Alîkar a Têkoşîna li Dijî Terorê ya Parîsê (SDAT) ve tê birêvebirin. Tê payin ku ev lêpirsîn bi awayeke teorîk 15 rojan bidome.

Şahidên bûyerê û kesên ku beriya her kesê cenaze dîtine bûyerê vedibêjin. Rayedarek ji Komeleya Kurdan a li Les Mureaux ku nêzî Parîsê ye, Rojbîn êvara 8’ê çileyê ji bo hevdîtina li komeleyê li Ronahî geriyaye û ji bo wê bileta 13.00 ya Almanyayê veqetandiye. Rayedara/ê komeleyê got: “Roja piştî bi Ronahî re axivî, saet di 09.50 de bilet girt, li trenê siwar bû û ji Les Mureauxê çû Parîsê. Saet di 11.30 Ronahî li Gare de Nordê pêşwazî kir.”

Rayedar da zanîn ku saet di 13.30 de hevalek çûye li deriyê Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê xistiye, lê belê tu kesî derî venekiriye. Gelek hevalên Rojbînê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku Rojbîn ji seat 12.00 ya 9’ê çileyê ve bersiv nedaye telefonan û têkiliya bi wê re qut bûye.

SÊ KESÊN HOVITIYÊ DÎTIN

Şeva 9 û 10’ê çileyê bi hev ve girêdide, sê kes diçin navendê û li wir li rastî hovitiyê tên. Van şahidan kesên ku dîtine cara yekem ji ANF’ê re vegotin. Ji ber sedema ewlekariyê em navên wan aşkere nakin.

Şahid A. ku hevaltiyek wê ya xurt bi Rojbînê re heye, heta niha jî ji bandora vê wehşetê rizgar nebûye. Xwe bi zorê li ser lingan digire û dibêje: “Em êvara sêşemê (8 çile) axivîbûn, du şev beriya wê em bi hev re bûn. Roja çarşemêmin xwest li wê bigerim, ji bo em hev bibînin. Saet di 18.00-19.00 min piştî telefonê peyam jêre şand, lê bersiv neda. Min jî got wê demê karên wê hene, ew ê piştre telefonî min bike. Piştî saet bû 20.30 min careke din telefon vekir. Lêxist, lêxist, lê bersiv neda .min peyam şand, diçû lê bersiv nedida. Min 9-10 caran li ser hev telefona wê kir. Min zanîn ev ne titşek normal e û wê her tim min agahdar dikir.”

NÎVA ŞEVÊ LI BER BUROYÊ

Şahida bûyerê, piştre telefonê kesên Rojbîn dinasin dike, vê carê jî agahî ji wan jî nagire û ditirse û wiha dibêje: “Saet di 23.30 de min got ku ez dixwazim biçim buroyê (Navenda Enformasyona Kurdistanê) kilîda derî bi min re hebû. Min got nerehetiyek a heval Rojbînê heye.”

Piştî lêgerînan êdî telefon jî neçûn. Saet di 00.15 tevî hevalekî em çûn buroyê gava em gihiştin me dît ku ronahiya odeya wê vêketiye. Me jî got ku ev ne tiştek normal e, heta vê saetê ronahî lê venemiriye û Rojbîn heta vê saetê bi tenê namîne, divê kesek li ba wê bûye.”

TU CÎRANAN DERÎ VENEKIRIN

Şahid derbarê hewldanên ji bo vekirina derî de wiha got: “Ji ber ku me şîfreya deriyê pêşî dizanî, me vekir, lê deriyê duwemîn girtî bû. Tenê kilîda deriyê buroyê hebû. Kilîda wî deriyê tune bû. Me li zingila hemû kesên di avahiyê de bûn xist, lê tu kesî dervî venekir. Tenê kesek jî bersivê neda. Me ji wan re got ‘hevalên me li hundir bersiva me nadin, tiştek bûye’. Lê dîsa jî bersiva me jî nedan. Derî hema li ser rûyê me digirtin. Me jî got dibe şaş fêm kiribe, piştî 5 deqe me careke din li derî xistê vê carê ji me re gotin herin ji ber derî, an ne em ê bangî polsîan bikin. Ronahiya mala li hemberî wê vêketî bû, lê tu deng ji wan derneket.”

Gava hevalek din hat me careke din li hemû zîngilên deriyan xist, lê kesê venekir. Hevalek me got an em ê bangê îtfayyeyê bikin an jî derî vebikin. Gava me bi milên xwe derî dehf da, derî vebû, ne zor bû. Piştre ez çûm qata jor min bi kilîdê derî vekir.”

Şahidê got: “Li jorê wehşetek hebû, komkujî hebû” û tiştên ku dîtine nekarî vebêje û got: “Ez nikarin bibêjim.”

WEHŞETA DI HUNDIR DE MATMAYÎ HIŞT

Şahid Y. Jî got: “Du odeyên buroyê hebûn, lambeya yek ji wan vêketî bû” û bal kişand ku ew ji vê rewşê bi fikar bûn.

Y da zanîn ku hevalan hêdîka milê xwe li derî xist, derî vebû û got: “Gava ez çûm hundir, min beriya her tiştê ling dîtin. Ez hinek din çûm hundir min dît ku Rojbîn li ser piştê li erdê ketiye û min ruyê wê dît. Xwîn ji devê wê hatibû, çavên wê girtî, rûyê wê cemidîbû. Lingên ku min ji derî ve dît yên heval Sakîne bûn. Pişta wê li dolaba televîzyonê bû û ketibû. Di navbera wan de valîzek ehbû. Heval Rojbîn li ser çûkên xwe rûniştibû û li ser piştê ketibû. Bawer im gava valîzê amade dikir, lê xistibûn. Du parçeyên ji valîzê derxistibûn, hîna jî li ser ranên heval Sakîne bûn.

Di wê demê de heva A. qîriya. Matmayi bibû. Piştre min Ronahî dît, li ser rûyê xwe ketibû. Pora wê hatibû ser rûyê wê. Ji eniya Rojbînê jî xwîn hatibû, li ser çavê heval Sakîneyê jî werimînek bi qasî liba hêkê hebû.”

Y da zanîn “Em piştre daketin jêr û got: “Hevala/ê sêyemîn wê demê bi polîsan re diaxivî. Saet 01.20 bû. Hemû tişt di nava 2 deqeyan de çêbû. Em çûn jor me wan dît û em matmayî bûn, me tiştek nezanî û em daketin jêr. Li salonê jî her tişt li cihê xwe bûn. Sêhpa û kursî hemû li cihê xwe bûn.”

Yên ku cenaze dîtin dibêjin ku li serê her sê jinan xistibûn. Şahihda bûyerê dibêje: “Em ne li benda tişteke wiha bû. Xwîn bi serê wan ve hebû. Her der bibû gola xwînê. Weke ku li serê wan xistibûn bûn. Ji wir dixuya ku bêyi ku xwe biparêzin, li serê wan xistine.”

PIRSNÎŞAN

Li gorî agahiyên şahidan dane, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez biletên wan ên ji bo saet 13.00 hebûn û valîzên xwe amade dikirin. Ji saet 12.00 ve bersivê nedane tu telefonan. Lê encamên otopsiyê dibêjin ku bûyer di navbera 18.00-19.00 de qewimiye. Li gorî agahiyên otopsiyê û çapemeniya Frensî dane, bûyer gelek bi lez qewimiye. Lê şahidên bûyerê û hevalên kesên hatine înfazkirin dibêjin ku bûyer dibe saet di navbera 11.30 û 13.30 de qeimiye. Jixwe diviyabû saet di 13.30 de derbiketiba. Ev pirs hemû niha nehatine bersivandin.

ANF NEWS AGENCY