Şahidên komkujiyê axivîn - VIDEO
Piştî balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Zergele yê Qendîlê bombe kirin, niştecihên gund behsa kêliya bûyerê kirin. Gundiyan diyar kirin ku balafirên Tirk piştî bomberdûmana yekemîn kesên çûn alîkariya xizmên xwe jî bombe kirin
https://www.youtube.com/watch?v=bCbKelXsLLQ QENDÎL - ANF - ALÎ GULER Feqî Muhammed û Silêman Nebî yên li gundê Zergele yê balafirên şer ên artêşa Tirk komkujî lê pêk anî dijîn, bûyer ji ajansa me re vegotin. Bokî got: “Li gor encamên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Gundî û xizmên çûn alîkariya wan jî ji aliyê balafirên şerên artêş a Tirk ve hatin bombekirin. L vir jî 7 kesan jiyana xwe ji dest da.” Feqî Muhammed jî wiha axivî: “Li vê herêmê 6 xanî hebûn. Hemû hatin hilweşandin. Li vir mirovên sivîl û masûm hedef hatin girtin. DewletaTirk gerîlayan dikin hincet û gundên Kurdan dikin hedef. Armanca wan ev e ku li hember Kurdan komkujiyan pêk bînin. Erdogan û AKP dijmintiya Kurdan dikin.”
6 XANÎ HILWEŞIYAN
Yek ji niştecihê gundê Zergelê Silêman Nebî Bokî, kêliya bomberdûmanê ji ANF’ê re vegot: Bokî diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk saet sibehê 04.05’an gund bombe kirine û got: “Li gor encamên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Gundî û xizmên çûn alîkariya wan jî ji aliyê balafirên şerên artêş a Tirk ve hatin bombekirin. L vir jî 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk sivîlan dike armanc. Kesên li vir dijîn bi temamî sivîl û gundî ne. Berê jî wesayîteke gundiyekî bombe kirin, 4 kesan jiyana xwe ji dest da.”
‘SIVÎL HATIN QETILKKIRIN’
Gundiyekî din Feqî Muhammed jî wiha axivî: “Li vê herêmê 6 xanî hebûn. Hemû hatin hilweşandin. Li vir mirovên sivîl û masûm hedef hatin girtin. Dewleta Tirk gerîlayan dikin hincet û gundên Kurdan dikin hedef. Armanca wan ev e ku li hember Kurdan komkujiyan pêk bînin. Erdogan û AKP dijmintiya Kurdan dikin.”
KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
Di encama bomberdûmana balafirên şerên artêşa Tirk de li gor encamên destpêkê navên kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Mihemed Emîn, Nedîm, Pîro, Necîp, Salih, Karox, Hemîne, Êyşê û Abdulkadir.