1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şahidên Çernobîlê: Tirkiye rastiyan vedişêre
Şahidên Çernobîlê: Tirkiye rastiyan vedişêre,şahidên,çernobîlê,tirkiye,rastiyan,vedişêre

Şahidên Çernobîlê: Tirkiye rastiyan vedişêre

A+ A-

09:08 25.04.2014 1 / 6 EVRİM KEPENEK

STENBOL (DÎHA) - Di ser facîaya Çernobilê re 28 sal derbas bûn. Lê hêj bandora wê li ser welatiyan didome. Welatiyên Derya Reş ku herî zêde ketin bin bandora Çernobilê diyar kir ku li şûna dewlet rastiyê ronî bike, hêj rastiyan vedişêre û wiha gotin: "Li her malekê nexweşekî pençeşêrê heye. Divê dewlet bi lezgîn li Hopa ya Artvînê Nexweşiya Onkolojî veke."

Di 26'ê Nîsana 1986'an de li bajarê Kîeva Ukranyayê di 4'emin Unîteya Reaktora Hêza Nukleerê ya Çernobilê de qezaya nukleerê pêk hatibû. Di qezayê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 5 milyon kes rastî radyasyona zêde ya nukleerê hatibûn. Di ser facîaya Çernobîlê re 28 sal derbas bûn. Li gorî Yekîneya Parastina Radyasyonê û Rêxistina Bijîşkên Navneteweyî li derdora Çernobilê 600 milyon mirov ketin bin bandorê û zerar dîtin. Yê herî zêde ketin bin bandorê jî dildarên mecbûrî yên wekî “likidator” tên zanîn in. Tê gotin ku ji vê beşê 112 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji sedî 90'ê wan jî bi nexweşiya pençeşêrê ketine. Herî zêde welatiyên Derya Reş ketin bin bandora vê qezaya Facîaya Çernobîlê. Welatiyên Derya Reş ên ketin bin bandorê çavdêrî û nerînên xwe yên der barê Qezaya Çernobîlê ya 26'ê Nîsana 1986'an ji DÎHA re ve gotin.

Welatiyê Hopayê û lêkolînerê Zimanê Hemşinî Harun Aksu, anî zima ku 26'ê Nîsana 1986'an tê bîra wî û wiha got: "Wezîrekî wê demê ev teqîn wekî mijarek biçûk girt dest û got "Netirsin radyasyon bandorê liser tirkağn nake û xwest gelê Deryaya Reş a Rojhelat fêrî radyasyonê bibin. Ji be vê helwesta dewletê 15-20 piştî qezaya Çernobilê derewên dewletê derketin holê." 'Baran wekî heriyê bariya'

Aksu, anî ziman ku piştî facîayê gelek welatên cîran ketin nava hesabê "Em dê çawa herî kêm zerarê bibînin" û tedbîrên xwe girtin. wiha got: "Lê li Tirkiyeyê wezîrê dewletê çaya Derya Reş vexwar û xwest gel bixapîne. Ev helwesta wezîran û rayedarên dewletê zû bi zû nayên ji bîrkirin. Ne nexwest zaroken xwe bi pençeşêrê bibîr bînin û Ne tenê pençeşêr di heman demê de mîde û reviyên zarokan jî xera dibe. Nexweşiyên dil û damarê derdikevin holê. Gelek nexweşiyên din bi welatiyan re çêdibin. Li şûna dewlet bêdeng dimine divê bi lezgîn ji bo nexewşan Nexweşxaneya Onkolojiyê li Hopayê ava bike.

'Ji bo ewrên bi radyasyon neyên Derya reş me dua kirin'

Welatiyê Derya Reş ê ku wê demê li Enqereyê zanîngeh dixwend Îsrafil Akman jî anî ziman ku wan agahî ji televîzyonê wergirt û wê demê ji bo ewr radyasyonê bi ser herêma wan de nînin dua dikirin. Digotin bandora wê dê 20 sal şûnde xwe bde der û wisa jî bû. Niha li herêmê nexweşxaneyên Onkolojiyê tune. Em dixwazin li navçeya Hopayê bi lezgîn Nexweşxaneya Onkolojiyê bê vekirin.

Welatiyê bi navê Cahit Aral jî anî ziman ku wezîrên dewletê û televîzyonan agahiyên şaş ên wekî “radyasyon tune" belav kirin û li şûna tedbîr bigirin welatî li hemberî vê yekê bê parastin hiştin û wiha got: "Dewletê qirêjiya Çernobilê bi vexwarina çayê bincil kir û gelê herêmê xapandin. Dewlet niha ser rastiyan digire. Divê ser rastiyan lekolîn bike û aşkere bike. Xwendekare Zanîngeha Trabzonê Yavuz Gumuşkaya jî helwesta dewletê rexne kir û da zanîn ku li şûna dewlet rastiyê lêkolîn bike, dijberî vê yekê ser bûyerê bincil dike û rastiyan ji gel vedişêre. Gumuşkaya, anî ziman ku rayedarên dewletê wê demê rastî veşart û îro di her malekê de welatiyekî bi pençeşêrê heye.

(mae)