Şahiya piştgiriya bi YPG'ê re hate lidarxistin
SUNDAY, 20 APRIL 2014 09:13 KOBANÊ –Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca piştgiriya bi hêzên YPG/YPJ'ê re li gundê Bîndir a Kobanê şahiyek lidar xist.
Şahî bi tevlîbûna Serokê Desteya Parastinê yê Herêma Kobanê Ismet Hesen û sedan welatiyên ji gundên derdroê kombibûn bi rêzgirtinê destpêkir. Piştre Serokê Desteya Parastinê yê Herêma Kobanê Ismet Hesen axivî û destkeftiyên YPG'ê li hemû pêkhateyên Rojava pîroz kir. Hesen, tekez kir ku êrîşên çeteyan dê bi sernekevin.
Di şahiyê de her wiha Endamê PYD Eyser Reşad û Endmê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ozkon Kobnê axivî û destkefitiyên YPG'ê û berxwedana gelê herêmê ya li dijî êrîşên çeteyan silav kirin û şoreşa Rojava li Malbatên Şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kirin û soz dank u dê li ser riya şehîdan a parastinê xebatên xwe bidomîn in.
Şahî bi stranên Koma Botan û govenda beşdaran bi dawî bû.
(ie)