1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şahiya pîrozbahiya Rêveberiya Xwerser dest pê kir
Şahiya pîrozbahiya Rêveberiya Xwerser dest pê kir,şahiya,pîrozbahiya,rêveberiya,xwerser,dest,pê,kir

Şahiya pîrozbahiya Rêveberiya Xwerser dest pê kir

A+ A-

AMÛDÊ – Şahiya pîrozbahiya 3′yemîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, dest pê kir.

Şahiya pîrozbahiyê li salona Beylesan a bajarê Amûdê hat lidarxistin. Bi navê hemû Sazî û Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bixêrhatina beşdaran hat kirin û şahî bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di şahiyê de Berdevkê Fermî yê QSD′ê Telal Silo, Berdevkê Fermî yê YPG′ê Rêdûr Xelîl, YPJ′ê Nesrîn Ebdullah, Hevserokatiya Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Himêdî Deham, Serokê Desteya Rêveber a Kantonê Ebdulkerîm Sarûxan û Cîgirê wî Hisên Ezam, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û Nezîra Gewriye, komîseriya bilind a hilbijartinan Îzedîn Mihemed, Hevserokên PYD′ê Asya Ebdullah û Salih Mislim, Partiya Demokrtîk a Kurd li Sûriyê Nesredîn Ibrahîm, nûnerên Yekîtiya Suryanan, Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Hesen Cengo, Serokê Meclîsa eşîreyên Şedadê Hemze Sultan, Meclîsa eşîreyên Kurdan Amir Deqorî, her wiha nûnerên ji Minbic, Girê Spî û Kantona Kobanê, beşdar bûn.

Di destpêkê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan dayîkên şehîdên berxwendana Rojava salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser li dayîkên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Piştre Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî Deham axivî û da zanîn ku ev roj li tevahî pêkhateyên Ebdulkerîm Sarûxanbi boneya roja jidayîkbûna azadiyê, destkeftiyên şoreşa Rojava diyarî gelê Bakurê Kurdistanê û wiha axivî: ″Rojava çavkaniya Federaliya Bakurê Sûriyê. Sala 2016′an bi têkoşîna hêzên QSD′ê bû sala serkeftinan. Tirkiyê hewl dide xewna xwe ya avakirina emperetoriya Osmanî li herêmê pêk bîne, ji ber vê hewl dide hêzên demokratîk ji danûstandinan dûr bixe, da alozî demdirêj bibe. Dê civîna Astana bêyî beşdariya nûnerên gelê Sûriyê bê encam be. Projeya Federaliya Bakurê Sûriyê, çareseriya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziyê ye. S

Şahî bi axaftinan didome.

(ekîp)

ANHA