""Şahîn bila biçe Qilînîkê"
Onder: Wezîr Şahîn li şûna diçe Colemêrgê bila biçe Qilinîka Tenduristiyê
Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku kesên gotinên hembêzkirina parlementerên BDP'ê û HPG'ê rexne dikin û nefretê zêde dikin bi fermandarên HPG'ê re tên cem hev û wiha got: "Di vê navberê de Wezîr Îdrîs Naîm Şahîn diçe Colemêrgê. Em jî dibêjin li şûna tu diçe Colemêrgê here Qilînîkê xwe yên tenduristiyê lêkolîn bike. Ya herî baş ew e."
Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, li gel Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê civîna çapemeniyê pêk anî. Onder di civînê de diyar kir ku di demên dawî de li Tirkiyeyê geşedanên xerab pêk tên û ev yek Tirkiye ji aştî û aramiyê dûr dixe. Onder, destnîşan kir ku di demên dawî de geşedanên wekî Roboskî, Surgu, Ragitina Parlementerê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun şerê li Şemzînanê rojev tije kir û wiha got: "Di vê pêvajoya wisa aloz de Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn diçe Colemêrg û Şemzînanê. Li herêmê kontrola HPG'ê heye. Herêm di bin kontrola HPG'ê de ye. Li qir heyeta KCD û BDP'ê rastî endamên HGP'ê hatin. Niha medya hembêzkirina parlementerên BDP'ê û KCD'ê û HPG'yan tê rexnekirin. Rayedarên hikûmetê û medya bi daxuyaiyên nefret û aloziyê zêde dikin dibersivinin. Her kes dizane ku vir di kontrola HPG'ê de ye. "
Parlementer bi her kesan re hevdîtinê pêk tîne'
Onder anî ziman ku kesên bi daxuyaniyên nefretê diaxivin bi fermandarên van kesan re tên cem hev û rûdinên. Onder xwest di demek nêzîk de ev kesên bi gotinên aloz û nefrînê civakê tînin hemberî hev dest ji vê helwesta xwe berdin û wiha berdewam kir: "Parementer dikarin bi her kesan re hevdîtin pêk bînin. Ger parlementerek bi her kesan re neyê cem hev û guhdar neke wê demê tu cûdakariya wan û karmendên dewletê ji hev namîne. Parlementer divê li her kesan guhdar bike û li pirsgirêkên her kesan guhdar bike.
'Li şûna tu biçe Colemêrgê biçe nexweşxaneyê'
Onder, serdana Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn jî nirxand û wiha got: "Dil dixwaze her kes biçe ku rastî eleqeyek germ û pêşwaziyek xweş bkê. Lê Wezîr ji ber gotinên xwe yên tije nifrîn ne tenê li hemberî gelê kurd, li hemberî hemû gelan rastî bertekan tê. Her ku diaxive çêran dibêje. Refleks, live û tevgera wî ne bi tenduristiyî ye. Li gorî min li şûna diçe Colemêrgê bila biçe bila biçe klinika tam tekmîl a tenduristiyê.
Onder Êrîşa li dijî avahiyên BDP'ê şermezar kir
Onder êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê yên Dîlokê ku piştî teqîna li Dîlokê pêk hatin jî şermezar kir û diylar kir ku ev êrîş alozî û tevliheviyê zêde dikin.
(mae)