Şamil Kamil: Sedema aloziyên Duzxurmatû hêzên derve ne
SORAN MIHEMED/ KERKÛK/ROJNEWS
Endamê Meclîsa Demkî yê Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê ya Germiyan Şamil Kamil di hevpeyvînekî taybet de der barê rewşa siyasî, ewlehî û aloziyên li qezaya Duzxurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahedîn ji RojNews re nirxand.
Kamil diyar kir ku li Duzxurmatû Kurd, Turkmen, Şîe û Sûnnî bê cudakariyekî bikin, bi hev re dijîn û wiha got; “Li herêmê, ji xebatên îstixbarata Tirk bigirin heya xebatên sîxûrî yên Îran û Erebîstana Siûdî, xebat tên meşandin. Ev jî dibin sedema ku alozî û pevçûn rû bidin.”
Şamil Kamil di dewama hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re wiha peyîvî:
“Heşdî El Şeebî kengê avabûye û ji bo çî hatiye avakirin?
Îran alîkariya Heşdî El Şeebî dike
Piştî avabûna DAIŞ'ê li Iraqê, Lîderê Olî yê Şîeyan Elî Sistanî fetwayên têkoşîna olî dan, Heşdî El Şeebî hat avakirin, lê weke aliyê siyasî ku wê demê Nûrî Malikî serokwezîrê Iraq bû, bi vî karî ve mijûl bû. Ji ber vê yekê di wê demê de li Iraqê weke şandekê ragihand. Heşdî El Şeebî bi tevahî ji komên Şîeyan ên niha Iraqê hene pêk hatiye. Di warê alîkariya cebilxane û leşkerî de Îran alîkariya wan dike û ji bo plansaziyan dike. Ji destpêkê de evan hebûn, weke mînak Tevgera Bedir. Piştî rûxîna Sedam Hisên komên din hatin avakirin, weke Heşdî Mehdî , niha navê wê komê Seray Selam e û ligel Heşdî El Şeebî dane. Herwiha Hizbulaha Iraqê avabû, her di wê demê de komekî din bi serokatiya Qîs Qîs Elî ji Heşdî Mehdî cûda bû. Vê komê li hemberî hemû netew û mezhebên ji derveyî Şîeyên ku niha komekî bi navê Esayb Ehil El Heq e siyasetekî gelek xirab hebû. Li gel Heşdî El Şeebî gelek komên din jî hene, piraniya wan koman û aliyan çekdarin û dibin sîwana Heşdî El Şeebî de ne.
Armanca damezirandina Heşdî El Şeebî çi bû?
Heşdî El Şeebî siyasetekî meshebî bi rêve dibe
Weke min behs kirî piştî hatina DAIŞ'ê ya ji bo kontrol kirina çend bajarên Iraqê, leşkerên Iraqê gelek windahî dan û nekarî parastina axa Iraqê bike. Di wê demê de tiştek bi navê leşkerên Iraqê nemabûn û di encam de jî Heşdî El Şeebî weke hêzekî parastinê li bajarên Iraqê hat avakirin. Ji bo ku parastina bajarên Iraqê bike. Lê siyasetekî meshebî bi rêve dibin. Bi taybet li wan herêmên ku şêniyên meshebê Sune lê zêdene. Herwiha li wan herêmê Kurd jî lê hene, weke Celewla, Seîdiye û Xurmatû. Heşdî El Şeebî di destpêkê de ji bo li hemberî DAIŞ'ê şer bike hat avakirin, lê niha armanca wê hatiye gûhertin û şerê meshebî dike û dixwaze rêjeya Şîeyan li herêmê zêde bike.
Komên bi hêz kîjanin û pişta wê komê kî heye?
Li Iraqê koma mezin Koma Bedire û girêdayî Meclîsa Bilind a Îslamî ne, serokatiya wê Emer Hekîm dike. Ev Kom di sala 1990'an de piştî xebatê li dijî rejîma Baas dest bi karên xwe kir. Herwiha Hêza Mehdî hebû, niha bûye Serey Selam û serokatiya wê Muqteda El-Sedr e. Evan komên mezinin û piştî van koma Esayîb Ehlî Heq û Hizbulahin.
Bi bûyeran Duzxurmatû dixwestin bêjin hêza me heye
Koma Bedir di destpêkê de dixwazin li Duzxurmatû li gel Kurdan lihevkirin hebe. Herwiha Seray Selam heya niha li van bajaran têkelin û rola wan hebû di rizgarkirina çend herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de. Heya niha jî şerê meshebî nekiriye. Lê du komên din, bi teybet Hizbulaha Iraqê û Esayib Ehlî Heq zêdetir rola wan di aloziyan de heye. Ev komane bi hêzin.
Ji van koman dibe ku siyasetekî taybet a li hemberî Kurdan hebe. Lê Esayîb Ehlî Heq zêdetir ji Şîeyên Baasiyên berê pêktên ku Nûrî Malikî pêşengtiya wê dike. Herwiha Îran dixwaze bi rêya Esayîb Ehlî Heq pêvajoyekî weke ya Yemenê pêkbîne. Ev bûyerên li Duzxurmatû qewimîn, xwestin ku bêjin, hêza me heye û bêjin Nûrî Malikî heye. Lê mezintirin pirsgirêk di navbera koma Bedir û Esayîb Ehlî Heq de heye. Bedr li van herêma girseyekî baş hebû. Dixwazin di warê piştgiriya gel ve lewaz bikin.
Bûyerên li Duzxurmatû ji ber çi rû dan?
Îran dixwaze bi rêya Şîeyan hêza xwe berfireh bike
Bûyerên li Duzxurmatû pêkhatîn, yên pêşbaziyê bûn. Ji sala 2003'an ve Şîe bi çek bûne, Kurdan jî bernameya xwe hebû û xwedî hêza pêşmerge û asayîşê bûn. Li navçeyê Turkmen jî hene, weke civak bi hev re jiyan kirine. Lê weke siyaset nekarîne bi hevre hevsengiyê pêkbînin. Gelek kes û aliyan ji bo rewşê kar kirine, mînak, MIT'a Tirkiye û Dezgeha Sîxuriya Erebistana Siûdî bi rêya komên Îslamî kar kirine. Îran jî dixwaze bi rêya Şîeyan hêza xwe berfireh bike. Evane hemû dixwazin Duzxurmatû ji destê Kurdan der bixin û dixwazin tinekirina netewî dirûst bikin, bi Turkmenan re ev kom û hêzene zêdeyî du salane dest bi çewsandina gelê Kurd kiriye. Dikanên wan şewitandin û heqaret li navenda Tevgera Îslamî û pêşmergeyan kirin, gef li Kurdan xwarin.
Li nav Duzxurmatû Heşdî Turkmen hene, evane ji Şîeyan pêktên. Parlamenterekî Iraqê yê bi navê Ebû Eyûb li gel Niyazî Mûameroglu pêşengtiya wan dikin. Heşdî Turkmen çûne li eniyên pêşmergeyan û heqaret û êrîşî pêşmergeyan kirine. Pêşmergeyan jî bersiva wan daye û di encam de 4 endamên Heşdî El Şeebî hatine kuştine, wan jî li gelek cihan peşiya karkerên Kurd girtin, heqaret li wan û xwediyê kar kirin.
Li hemberî Turkmenên qezayê ji xirabin
Piştre hatin nexweşxaneya Duzxurmatû, doktorekî ew 26 sal bû li nexweşxaneyê xizmeta welatiyan bê cûdabûna meshebî dikir, şehîd kirin. Li nexweşxaneyê Kurd şehîd kirin. Evane hemû Heşdî Turkmenan kir û di encama aloziyan de heya niha 7 welatiyên Kurd ên sivîl şehîd bûne, endamekî asayîşê jî şehîd bûye. Heya doktor û nexweşên di nexweşxaneyê de jî şehîd kirin. Mal û dikanên welatiyên Kurd şewitandin. Dîsan welatiyên sivîl revandin. Yên bûne qurbanî hemû sivîl bûn. Hewildan malên Kurdan ên li taxên Turkmenan der bixin û Kurdan ji qezayê derbixin. Tenê çend welatiyên Turkmen hewildan li pêşiya êrîşên Heşdî El Şeebî yên li ser malên Kurdan bidin rawestandin. Lê ji aliyê Heşdî El Şeebî ve gefên kuştinê li wan hatin xwarin. Ev yek ji wê rastiyê eşkere dike ku ewan netenê li dijî Kurdanin, li hemberî Turkmenên qezayê ji xirabin. Dixwazim vê yekê ji bêjîm, ez agadarî vê yekê bûm, ne hêzên pêşmerge, ne hêzên Kurdî û asayîşê qet gule neberdan. Ji bo rewş aloz nebe serî li vê rêyê dan.
Welatiyan çi divê, dixwazin pirsgirêk çawa bê çareser kirin?
Ji rewşa heye Turkmen gelek bêzarin
Welatiyên Kurd, Turkmen, Şîe û Sune bê cûdabûn bi hev re dijîn, welatiyên Turkmen bi cidî ji rewşa heye gelek bêzarin û welatiyên Turkmen bi awayekî zelal dibêjin berpirsên siyasî yên Turkmenan ew rewş û alozî derxistine holê. Bi giştî welatî Şîeyan û Îranê berpirsên aloziyê hene dibînin. Dixwazim vê yekê ji bêjim netewên Duzxurmatû ji berî salekê daxwaz ji Qeymeqam kirin ku ev komane li navçeyê nemînin û bên derxistin. Lê nehat kirin, mixabin ev yek jî çend endamên polîtburoyên partiyên siyasî yên Kurd berpirsin.
Rewşa niha ya qezayê çawa ye?
Niha aliyan lihev kirine. Ev lihevkirin jî zêdetir di navbera YNK û hêza Bedir de ye. Ji berî niha di navbera aliyan de çend lihevkirin hatin kirin, lê koma Esayîb Ehlî Heq ev lihevkirin xira kir. Lê niha lihevkirinekî din kirine, nûnerên Rêxistina UNAMÎ û nûnerên Netewên Yekbûyî (NY) ya Iraqê beşdarî lihevkirinê bûne. Niha bi giştî rewşa wê ligorî rojên din baştire. Dema fermî nîne. Lê aloziyekî weke berê li navçeyê nayê payîn kirin.”
(ab/sk)