Şampiyoniya Futbola Cîhanê ya gelên bindest li Swêdê pêk tê
MURAT KUSEYRİ - STOCKHOLM 27.05.2014 07:08:18 FIFA ya ku amadekariyên xwe ya Turnuvaya 20’emîn Kupaya Cîhanê ya ku dê li Brezîlayayê pêk bîne didomeîne, Şampiyoniya Futbolê ya Cîhanê a gelên bidest jî dê li bajarê Ostersund a Lapoanyayê dê di navbera 1-8’ê hezîranê de pêk bê.
Turnuvaya Kupaya Cînayê ya ku wek alternatîf ji aliyê Yekitiya Federasyonên Futbola Serbixwe (Conîfa) ve hatiye rêxistin kirin, ji Asya, Afrîka û Ewropayê 12 tîm tevli dibin. Şampiyoniya ku dê hefteyekê bidome û di vê pêvajoyê de ji 28 maçên futbolê tîmên Aramean Suryoye, Ellan Vannîn, Zanzîbar, Sapmî, Abhazya, Quebec, Kurdistan, Darfur Unîted, Padanya, Tamîl Elam, Oksîtanya û Daglik Karabag dê ji bo şampiyoniyê bên hemberî hev.
Azerbaycanê serî li Federasyona Futbolê ya Conîfa da û serlêdana şampiyonaya Daglik Karabag protesto kr û xwest ji şampiyoniyê derxînin. Conîfa da zanîn ku armanca rêxistina wan eve ku kesên li biçûk tên dîtin yên li arenaya navnetewî nayê temsîl kirin, derfetekê bidinê û îtîraza Federasyona Futbola Azerbaycanê red kir.
Maça yekem ya şampiyoniyê dê di navbera tîma Aramean Suryoye ya tîma gelên Asurî-Suryanî-Keldaniye û tîma Kurdistan FA ya ku tîma Herêma Federal a Kurdistanê ye de dê di 1’ê hezîranê de pêk bê.
Sporîstê tîma Aramean Suryoye Alexander Alan yê 26 salî der barê girîngiya turnuvayê de axivî û got: “Em Asurî û Suryanî bê dewlet û belav dijîn. Lixwekirina formaya futbolê semboleke girînge. Me tîne cem hev. Dema mirov dertên sahayê gelek kes li mirovand inêrin. Dilê mirovan davêje. Mirov wê demê hemû kesî temsîl dikin. mirov bi vê serbilindin.
Şampiyhoniya Futbolê ya Cînahê dê li bajarê Ostersund a Laponyayê pêk bê û serokê Conîfa ku ev rêxistin kiriye jî Per-Anders Blînd yê ku bi salan futbol lîstiye û hakemî kiriye. Blînd ji gelê herêmî yê Swêdê, Samiyane û got armanca Conîfa eve ku gelên ku welatê wan tune û nekarin tevli Fîfa bidin rêxistin dike û got: “Îro li cîhanê 5 hezar etnîsîteyên cuda hene. lê bi mîlyonan kes nayên temsîl kirin. Mînak li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê 40 mîlyon kurd dijîn. Li Srîlankayê hejmara Tamîlan 74 mîlyone.
Blînd da zanîn ku Tîm û federasyonên ji derveyê FÎFA’yê diman rêxistinbûneke wan ya hepvar tune û ji bo vê kêmasiyê ji holê rabikin Conîfa ava kirine.