1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şanaziya hînbûna zimanê zikmakî dijîn
Şanaziya hînbûna zimanê zikmakî dijîn,şanaziya,hînbûna,zimanê,zikmakî,dijîn

Şanaziya hînbûna zimanê zikmakî dijîn

A+ A-

AZÎZ ORUÇ

WAN (DÎHA) - Nifşê ciwan ê ku ji ber polîtîkayên zextan ên dewletê yên bi salan hînî zimanê zikmakî nebûyîn bi saya KURDÎ-DER'ê ya ji bo pêşketina zimanê kurdî xebatan dikin hînî zimanê zikmakî dibin. Ji ciwanên li rojava mezin bûn, ji malbata xwe veqetiya û li zanîngehê ji zimanê xwe dûr ketî hînî zimanê xwe nebûyîn şanaziya girîngiya xwedî li zimanê zikmakî derdikevin dijîn.

15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi meş, konser û gotibêjan dê pêşwazîkirin. KURDÎ-DER a ku li tevahiya heremê û Tirkiyeyê ji bo pêşketina kurdî xebatan dimeşîne li Wanê jî her sal bi hezaran xwendekaran perwerde dike. Xwendekara bi navê Zennure Kara, diyar kir ku ji ber li Stenbolê mezin bû zimanê dayîka xwe baş nizane û bi salan kêmasiya vê yekê jî. Kara, anî ziman ku hînî dibistan xwend bi heval, cîran û malbata xwe re her tim bi tirkî di axivî û ji ber vê yekê hînî kurdî nebû. Kara, da zanîn ku gelek hej ji zanîna ziman û hînbûna ziman dike piştî beşa îngîlîz a zanîngehê qezenc kir hîn bû ku nezanîna zimanê zikmakî çiqas zor e. Kara, keyfxweşiya xwe ya hînbûna zimanê zikmakî anî ziman û wiha got: "Divê êdî dewleta tirk jî dest ji asîmîlasyona zarokên kurd berbide û astengiyên li pêşiya hînbûn û perwerdehiya zimanê kurd rabike. Dereng jî be min ev yek fêm kir. Hêvî dikim ku zarokên din nekevin rewşa min."

'Divê dewleta tirk dest ji asîmîlasyonê berbide'

Alî Haydar Açar jî diyar kir ku di temenê biçûk de di nava malê de her tim bi kurdî dihate axivîn û piştî mezin bûn li kolanan bi tirkî dest bi axaftinê kir û pişt re di her qada jiyanê de bi tirkî axivî. Açar, anî ziman ku serdema vê yekê dewletê zimanê gelê kurd qebûl nekiri û ziman nebû zimanê perwerdehiyê û wiha got: "Divê êdî dewleta tirk dest ji asîmîlasyon û polîtîkayên qirêj ên li ser zimanê gelê kurd berbide. Li Kurdistanê bi gelê kurd bi azad zimanê xwe biaxive û hînbibe. Tenê li KURDÎ-DER'ê na li dibistan û zanîngehan jî em dixwazin hînî zimanê xwe bibin."

'Bi salan min perwerdehiya tirkî da êdî ez dixwazim perwerdehiya kurdî bidim'

Leyla Akkayuz jî diyar kir ku 16 salin mamosteya Wêje û Zimanê Tirk dike û bi salane ji zimanê xwe dûre û zimanê dewleta serdest bikaranî û perwerdehiya wê dît û niha jî perwerdehiyê dide. Akkayuz, anî ziman ku gelek dereng ferq kir û bi 500 peyvên kurdî yên dizanî li KURDÎ-DER'ê dest bi perwerdehiya ziman kir. Akkayûz, da zanîn ku bi perwerdehiya dîtî hînî 2 hezar û 2 hezar û 500 peyvan bû û bi salan kêmasiya kurdî di jiyana xwe de hîs kir lê dê jiyana wê êdî bi kurdî bibe. Akkayuz, bilêv kir ku êdî dê li her qadê ji bo zimanê zikmakî têkoşînê bidin. Akkayuz, bilêv kir ku bi salan li dibistanan perwerdehiya tirkî da lê piştî bi temamî hînî kurdî bû dixwaze perwerdehiya kurdî bide zarokên kurdan.

'Êdî dema zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê hat'

Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Wanê Jînda Rûgeş Kaçak jî diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê gelê kurd ve bi coş tê pîrozkirin. Kaçak, anî ziman ku ev pîrozbahî li hemberî kesên naxwazin zimanê kurdî qebûl bikin rêbazê têkoşînê. Kaçak, da zanîn ku ji ber zextên dewletê yên li ser zimanê kurdî qebûl nekirin KURDÎ-DER bi salane ji bo hînbûna zimanê zikmakî têkoşînê didin. Kaçak, bilêv kir ku her sal dersê didin bi hezaran xwendekaran. Kaçak, bilêv kir ku êdî dema zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiymê hat.

(bd)