Şanaziyek mezin ji bo hunermendê Wêneyê Suer
Hunermendê wêneyê Mehmet Masum Suerê Amedî, ji aliyê kovara navneteweyî ya wêneyan Light and Composition ve mîna ”Wênekêşê Mehê” hate îlankirin.
Di 29ê mijdarê de jî, wêneyê Suer ku di çalakiya xizmên wendayiyan de kişandibû ji aliyê kovara Light and Composition ve ku ji aliyê komek wênekêşên profesyonel ên ji gelek welatên cuda ve tê derxistin, mîna ”Wêneyê Rojê” hatibû hilbijartin.
Suer ku bi heman wêneyî, mîna ”Wênekêşê Mehê” hat hilbijartin, ji ber eleqeya ji wêneyê wî re, dilxweşiya xwe diyar kir û got; ”Ez li ser navê xizmên wendayan û dayikên şemiyê jî şa me ku min karî bi wêneyê xwe bibime dengê daxwaz û hestên wan û vî dengî bigihêjînime raya giştî ya cîhanê.”
Hunermend Mehmet Masum Suer her wiha çîroka wêneyê xwe jî vegot: ”Xizmên wendayan, ji 250 heftiyan û vir ve li Stenbol, Amed û hin bajarên din her rojên şemiyan çalakiya rûniştinê dikin û ji dewletê doza girtin û cezakirina kujerên zarokên xwe dikin. Ev demek bû ku min ev çalakî dişopandin û wêneyên wan dikêşand. Di çalakiyeka rûniştinê de, jinek ku di destê wê de wêneyek xizmê wê hebû, çarçoveya wêneyê li destê wê şikestî bû, bala min kişand. Çavên wê tijî bûn. Bi taybet jî çama şikestî ya çerçoveyê ez pir hestyar kirim û bandorek li ser min kir.”
Suer, derbarê armanca xwe ya hunera wênekêşiyê de jî wiha axivî: ”Salên dirêj min mîna rojnamevanekî wêne kişandin. Ez vê hunera xwe ya ji dema min a rojnamevaniyê maye, ji bo xizmeta gelê xwe bikar tînim. Hewl didim erdnîgarî, çand û hunera welatê xwe bi cîhanê bidime nasîn. Axa ku ez lê dijîm, bi her awayê xwe, min di bin bandora xwe ya mezin de dihêle. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim van bedewiyan bi cîhanê re parve bikim û bidime nasîn. Ji lewre jî dema wêneyên min di qada navneteweyî de balê dikşînin, ev min şa dike.”
Mehmet Masum Suer kî ye?
Suer, di navbera salên 1976 û 1993yan de li Amed û Erziromê li rojname û ajansên cuda mîna nûçegihan û nûner kar kir. Ev deh sal in jî wênekêşiya ji bo danasînê dike. Wêneyên Suer di rehber û pirtûkên danasîna turîzmê de, di rojname û kovaran de û mîna kartpostal têne weşandin. 4 wêneyên hunermend Suer jî, par ji aliyê Muduriyeta Giştî ya Postexaneyê ve mîna pûl hatibû çapkirin. Hunermendê wênekêşiyê Suer di heman demê de di lîsteya kovara Light and Composition de, di nav 100 wênekêşên herî baş de cî digire. Suer di van 4 salên dawîn de, ji kovarên navneteweyî bi giştî 18 xelat wergirtin.
Çavkanî: http://onedio.com/haber/fotograf-sanatcisi-suer-e-buyuk-onur-256905?fb_action_ids=10202099804191464&fb_action_types=og.likes&fb_source=other_multiline&action_object_map=%5B1414882588760026%5D&action_type_map=%5B%22og.likes%22%5D&action_ref_map=%5B%5D Wergera ji tirkî: Amîda Kurd