1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şanda Hevbeş a YNK û Goran bi Selîm Cibûrî re rûnişt
Şanda Hevbeş a YNK û Goran bi Selîm Cibûrî re rûnişt,şanda,hevbeş,a,ynk,û,goran,bi,selîm,cibûrî,re,rûnişt

Şanda Hevbeş a YNK û Goran bi Selîm Cibûrî re rûnişt

Duh şanda hevbeş a YNK û Tevgera Goran li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî rûnişt

A+ A-

HERYAD EHMED/ BEXDA 

 Duh şanda hevbeş a YNK û Tevgera Goran li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî rûnişt. 

 Serdanên şanda hevbeş a YNK û Tevgera Goran ku ji serokên komên her du aliyan û parlamenterên wan ên Bexda pêk tê, li gel kesayet û aliyên Iraqê didome. 

 Duh di vê çarçoveyê de şanda hevbeş a YNK û Tevgera Goran li Bexda li gel Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî rûnişt. Di destpêka civîna her du aliyan de, şandê xalên lihevkirina siyasî ya YNK û Tevgera Goran ji Selîm Cibûrî re ragihand. Hat diyarkirin ku Selîm Cibûrî jî piştgiriya xwe ya ji bo lihevkirinê diyar kir û ragihand ku ji bo Herêma Kurdistanê ji krîzên siyasî û aborî yên heyîn rizgar bibe, divê aliyên din ên herêmê jî piştgirî bidin lihevkirinê. 

 Şanda hevbeş di rûniştina xwe ya li gel Selîm Cibûrî de têkildarî armanca lihevkirina xwe jî gotûbêj kirin. Şandê diyar kir ku armanca lihevkirina wan ji bo çêkirina yekîtiya nava Kurd û çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ye. 

 Her wiha ew vê lihevkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê jî giring dibînin û diyar kirin ku divê ev pirsgirêk bi rêya diyalog û hev dû têgihiştinê bên çareserkirin. Tê payîn ku wê îro şanda hevbeş a YNK û Tevgera Goran di çarçoveya ziyaretên xwe yên li Iraqê de, li gel Serokê Lîsteya Dewleta Yasa, Nûrî Malikî jî rûne. (sk)