1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şandeya CHP`ê derbasî Kobanê bûn
Şandeya CHP`ê derbasî Kobanê bûn,şandeya,chp,ê,derbasî,kobanê,bûn

Şandeya CHP`ê derbasî Kobanê bûn

A+ A-

KOBANÊ – Şandeyek CHP’ê ya ciwana ku ji 3 kesan pêk tê ji bo piştgiriya gelê Herêma Kobanê û destekdayîna hêzên xweparastinê yên li dijî komên çeteyên DAIŞ`ê derbasî Herêma Kobanê bû.

Şandeyek ji ciwan ku ji Serokê CHP`ê Erîvan Înanc Yaldiz, Cîgirê wî Arhan Çetîn Paya û Endamê CHP`ê Canîr Keyîk pêk tê, ji bo piştgiriya gelê Herêma Kobanê û destekdayîna hêzên xweparastinê yên li dijî komên çeteyên DAIŞ`ê duh di seat 18:00 an de ji deriyê MurşidPinarê re derbasî Herêma Kobanê bû.

Şandeya ku ji bakurê Kurdistanê hatî ji aliyê Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim, Cîgirê Desteya Karûbarên Civakî Şervan Muslim, Cîgirê Desteya Malî Fîras Eto, Seroka Desteya Jinê Zozan Bekir û Cîgera wê Narîn Temo ve, hate pêşwazîkirin.

(ah/ra)

ANHA