1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şandeya HDP’ê tevî astengiyan jî diçe Cizîrê
Şandeya HDP’ê tevî astengiyan jî diçe Cizîrê,şandeya,hdp,ê,tevî,astengiyan,jî,diçe,cizîrê

Şandeya HDP’ê tevî astengiyan jî diçe Cizîrê

A+ A-

ŞIRNEX – Piştî li Cizîrê qedexeya kolanan hat îlankirin û pevçûnan dest pê kir şandeya HDP’ê ji Amedê ber bi Cizîrê ve derket rê.

Piştî ku Waliyê Şirnexê li navçeya Cizîrê biryara qedexekirina kolanan de û tîmên taybet û polîsan êrîşî li ge kirin, şandeya HDP’ê şevê din ji bo ku biçe herêmê ji Amedê derket rê. Lê heyet ji aliyê leşkerên qereqola leşkerî ya gundê Kurumcu ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê endamên heyetê li gel welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Îmret da zanîn ku tevî hemû astengkirinan dema wan xwestiye biçin Cizîrê wesayita wan ji aliyê leşkeran ve hatiye rawestandin û dema hewl dane bi meşê biçin Cizîrê jî leşkeran bi çekan ew asteng kirine.

Li navçeya Cizîrê jî şevêdin heta serê sibehê teqîn û pevçûn pêk hebûn. Di êrîşan de navçeyê kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din şandeya HDP’ê serê sibehê bi leşkeran re nîqaş kir. Li ser nîqaşan endamên şandeyê parlementerên HDP’ê Aycan Îrmez, Leyla Bîrlîk, Mahmut Togrul û gelek kesên din enda leşkeran derbas kirin û bi meşê ber bi Cizîrê ketin rê.