‘Şandeya rêjîma Sûriyeyê hêviya Jİ hevdîtinên Moskowê têk bir’
MOSKOW – Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku tevlî 2’yemîn Forma Şêwirê ya Moskowê bibûn, diyar kirin ku şandeya rejîma Baas bû sedema rêgirtina li pêşiya şêwirê û hêviyên li ser dihatin kirin, têk birine.
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê 2’yenî Forma Şêwirê ya Moskowê ku duh bi dawî bûn de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya ku di malpera înternetê ya PYD’ê de hatiye weşandin de wiha hate gotin: “Tê zanîn ku nûnerên Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û PYD’ê ji bo ku tevlî 2’yemîn Forma Şêwirê ya Moskowê ku ji 6 heta 9’ê nîsana 2015’an hatin lidarxistin bibin û ji bo temamkirina tiştên di yekemîn hevdîtinên Moskowê de hatibûn nîqaşkirin, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsiyayê ve hatibûn vexwendin. Her wiha herdu rojên destpêkê ji bo hevdîtinên di navbera aliyên opozîsyonê de hatin diyarkirin û herdu rojên din jî ji bo diyaloga bi nûnerên rêjîma Sûriyeyê re hatin diyarkirin.
Di herdu rojên destpêkê de me karibû belgeyekê ku nûnertiya nêrînên opozîsyona Sûriyeyê dike amade bikin. Ev belge bû berhema tekane ya erênî di van hevdîtinan de. Lê diyaloga bi nûnerên rêjîma Sûriyeyê re di rojên 3 û 4’emîn de tevî nerimbûna ji aliyê opozîsyonê ve li hemberî wan hatiye nîşandan jî, nûnerên rejîmê bi erka xwe ranebûn û nîqaşek avaker nedan meşandin.
Me di roja 3’yemîn de daxuyaniyek da û me têde gumanên xwe yên derbarê neciddîbûna nûnerên rêjîma Sûriyeyê de anî ziman. Gumana me di cihê xwe de bû û me nikaribû benda yekemîn ji 5 bendên pilansaziya kar derbas bikin û bi vê yekê nûnerên rêjîmê bi têkbirina hêviyên li ser van hevdîtinan hatine çêkirin, bi ser ket.
Em wekî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) spasiya Wezareta Karên Derve ya Rûsiyayê û Serokê Enstûtiya Rojhilatîtiyê ya Moskowê birêz Vîtalî Naomkîn Viyaçeslavoviyç ji ber helwesta wî ya erênî li hemberî gelê Sûriyeyê û gelê Kurd li Rojava dikin. Her wiha em hewldan û xebatên wan ji bo lihevanîna aliyên Sûriyeyê, rawestandina rijandina xwînê li Sûriyeyê û peydakirian aramiyê li Sûriyeyê bi nirx dibînin.
Mixabin helwesta nûnerên rêjîma Sûriyeyê rê li pêşiya şêwirê girt û hemû hêviyên li ser hatibûn kirin têk birin. Em dibêjin ku helwesta rêjîmê nayê guhertin heta ku xwe ji zihniyeta tunekirinê xelas neke û tenê tundiyê li şûna çareseriya siyasî çare dibîne.
Dîsa em ji aliyê Rûsiyayê spas dikin, em bi hêvî ne ku helwesta şandeya hikûmeta Sûriyeyê ziyanê negihîne têkliyên dîrokî yên di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê û hikûmeta Rûsiyayê de.”
(jh/aq)
ANHA