Şandeya rêveberiya Cizîrê tevlî bîranînên Şamê bû
ANHA/ŞAM- Welatiyên Kurd ên li taxa Zorava ya Şamê ji bo bîranîna 10`an a salvegera serhildna 12`ê Adarê civînek lidar xistin. Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî beşdarî civînê bû.
Bi boneya 10`emîn a salvegera serhildana 12`ê Adarê, welatiyên taxa Zoara ya Şamê civînek lidar xistin, civîn bi beşdariya cîgirê serokê hikûmeta kantona Cezîrê Hisên El-Ezam û endamê Meclisa Zagonsaz Ebdilkerîm Umer bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Cîgirê serokê hikûmeta kantona Cezîrê Hisên El-Ezam di civînê de axivî û qurbaniyên komkujiya 12`ê Adarê bibîr anîn. El-Ezam êrîşa li dijî avahiya şaredariya bajarê Qamişlo jî şermezar kir û axaftina xwe wiha dewam kir:" Her kes dê zanibe ku rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi xwîna şahîdan hatiye ava kirin û dîrok jî dê binivîse ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) axa Rojavayê Kurdistanê diparêz in. El-Ezam paşê derbarê kar û xebatên rêveberiyê de beşdarên civînê agahdar kirin.
Endamê Meclisa Zagonsaz Ebdilkerîm Umer jî di civînê derbarê sedem û encamên serhildana 12`ê Adarê de axivî û êrîşa li dijî avahiya şaredariya bajarê Qamişlo jî şermezar kir û da zanîn ku ev kiriyara terorê nîşana wê yekê ye ku dijminên gelê Kued têk çûne.
Li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star jî Newroz Xelîl axivî, Xelîl bixêrhatina şandeya rêveberiyê kir û da zanîn ku serhildana 12`ê Adarê li Rojavayê Kurdistanê bi gelek awayan dewam dike. Xelîl da zanîn ku ew wek rêxistina Yekîtiya Star dê li ser rêya têkoşeran û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan heta azadiyê têkoşîna xwe dewam bikin.
Di dawiya civênê de şandeiya rêveberiyê bersiva pirsên beşdarên civînê dan.
(knie)