Şanogerê Helebî birînên şer bi xebata NÇMê dikelijîne
09:06 17.11.2013 1 / 2 NAZIM DAŞTAN
DÎLOK (DÎHA) - Şanogerê kurd ê ji ber şerê navxweyî ji Taxa Şex Maqsuda Helepê reviya hat li Dîlokê bi cih bû Yusuf Yekta, ji bo derûnî û cîhana xwe ya bi şer hilweşiya ji nûve bicebirîne, tev li xebatên NÇM'ê ya Dîlokê bû û bi şano birînên xwe dikewîne. Yekta, anî ziman ku xebatên şano ji bo wî wekî derman e û hebûna xwe di nava van xebatan de dibîne."
Li Sûriyê di 3 salên dawi de ji ber şerê navxweyî êşên gelek mezin çêbûn. Birînên gelek kur vebûn. Dîsa bi 100 hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn û belav bûn. Li taxa Şêx Maqsûdê ya Helebê jî li dijî kurdan ji aliyê çeteyên El Kaideyê ve gelek êrîş pêk hatin. 4 meh berê di êrîşa çeteyên El Kaîde de gelek mal hatin valakirin û gelek mal hatin rûxandin. Di êrîşa li Şex Maqsudê de yek ji van welatiyên taxê yê kurd Yusuf Yekta yê 41 salî ye. Yusuf Yekta ku di heman demê de şanoger e, 4 meh berê ji ber şerê navxweyî malbata xwe terk kir û hat Dîlokê bi cih bû war bû. Yekta ji bo êşê xwe ji bîr bike û birînên ku di şer de li dilê wî vebûne bicebirîne, ket nava xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Dîlokê. Yekta, diyar kir ku ew xwe bi şano dibîne û xwe di nava şano de zindî dike. Yekta, anî ziman ku piştî li karê şano vegeriya ji nûve xwe jiyanê ve girêda û wiha got: "Ez dema li Helebê bûm, min li Navenda Çandêya Cemil Horo xebatên şano dimeşandin. Ez şanogereki ji Rojava me. Mala me li taxa Şêx Maqsud a Helepê bû. Dema şer derket, hêzên muxalif êrîşî taxa me kir. Ji ber êrîşan me saziya xwe girt. Ji ber şer û êrîşên zêde kurdên ku li taxa Şêx Maqsudê gelekan jê koç kirin. Yek ji van koçberan jî ez im. Ez bi rêyên qaçak hatin Dîlokê û niha di nava xebatên çandê de cih digirim. Min ewil kes nas nedikir. Min xwe bêkes û tenê didît."
'Min li vir xwe dît'
Yekta, da zanîn ku piştî wî dîsa di nava xebatên şano û çandê de cih girt, xwe ji nûve dît û hemû birîn û êşên wî bi vê xebatê tên kelijandin û birînên wî derman dibin. Yekta, da zanîn ku piştî di nava xebatên NÇM'ê de cih girt ji nûve dest bi karê şano kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî min xwe di nava NÇM'ê de dît ez pir rehet û aram bûm. Wekîe ku ez ji nûve bêm dinyayê. Ez xwe wekî li Rojava hîs dikim. Ez dixwazin serpêhatî û jiyana li Rojava li vir bi şono ji nûve bi ruh bikim û pêşkêşî civakê bikim. Min çend lîstekên şano çêkir. Min şanoya "Dîwarê Şermê" çêkir, Min dîsa neheqiyê li çar perçeyên Kurdistanê tên meşandin kir şano. Niha 10 şagirtên min hene û em xebata şano berdewam dikin."
(mae)