Şanoya Dihokê dixwaze xwe bigihêne tevahiya Kurdistanê
DIYAKO EBÎZEYD / DIHOK
Şanogerên Dihokê bi derfetên xwe yên kêm hewl didin şanogeriyê pêş bixin. Dixwazin rojên şanoya Dihokê bibin hemû parçeyên Kurdistanê. Herwiha gelek caran li ser kolanan şano çêkirine ji bo ku xelk xwedî li şanoyê derbikevin.
Qonaxa beriya serhildana sala 1991’an şanovanên kurd li Dihokê hewl didan bi rêya şanoyê hestên netewî yê ciwanan bilind bikin. Piştî hilweşandina rejîma Baasê li sala 2003’an, êdî rewşa şanoyê ber bi qonaxek din ve çû û bi vî awayî pirsgirêkên civaka kurd nîşan dan. Ji bo nasandina çanda kurdî şanoya Dihokê bi giştî îsal beşdarî çend festîvalên bû. Şanoya Dihokê di festîvala fîlman li Stenbol, Batmanê û festîvala navnetewî ya Almanî de hat nîşandan.
‘Em nahêlin nakokiyên siyasî astengiyê li hember şanoya me çêbike’
Rêveberê şanoya Dihokê şanoger Hevdem bal kişand ser wê yekê ku herçend li Herêma Kurdistanê krîza aborî û siyasî heye û bandor li ser rewşa şanoyê kiriye, lê şanovan bi îradeyek xurt çalakiyên xwe yên şanogeriyê nerawestandine. Şanoger Hevdem diyar dike ku ew dixwazin di pêşerojê de qadekê taybet ji bo şanoyê li Dihokê vekin û wiha berdewam dike: “Em nahêlin nakokiyê siyasî yên li her beşeke Kurdistanê rê li hemberî çûyîna şanoyê ji bo parçeyên din astengî çêbike. Wek mînak me îsal roja şanoyên Amedê li Dihokê lidarxist. Hevserokê şaredariya Amedê Firat Anli jî beşdarî vê merasimê bû. Em dixwazin rojên şanoya Dihokê bibin Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî.”
‘Em dixwazin jin jî çalak beşdarî xebatên şanogeriyê bibin’
Derbarê nebûna temaşevanên şanoyê de jî Hevdem dazanîn ku ji bo balê bikşînin ser şanoyê du salan wek şanogerên gerok li ser kolanan şano nîşan dane û wiha berdewam kir: “Du armancên me ji vê yekê hebû. Yek ew bû, em şanoyê bibin nav xelkê û ya din jî ew bû xelk xwedî li şanoyê derbikevin. Herwiha em dixwazin jin jî bi awayek çalak tevlî xebatên şanogeriyê bibin.”
‘Ji ber nebûna pereyan projeyên me rawestiyane’
Derbarê komên şanoyê li Dihokê ku hêjmara wan zêdeye lê karên wan hatiye rawestandin de jî rêveberê şanoya Dihokê ragihand ku pereyê beriya niha hikûmetê ji wan re dişand, li ser wan hat birîn. Hevdem wiha dibêje: “Birîna pereyan bû sedem ku karên van koman were rawestandin. Herwiha di bernameya me de heye ku em sê yan çar qadan ji bo şanoyê li Dihokê çêbikin. Lê ji ber qeyrana heyî ya Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe, projeya çêkirina qadan hatiye rawestandin. Ne diyare wê kengê ev proje bikevin meriyetê.”
(rn)