Şanoya Kurdî li Moskowa derket ser dikê
ÊRÎŞ QOSER - MOSKOWA 07.04.2014 11:12:31 Şanoya Şaredariya Başarê Mezin a Amedê li Moskowayê bi lîstika bi navê “xwezgînî” derket pêşberî şanohezan.
Şanoya Şaredariya Başarê Mezin a Amedê ji bo beşdarî 11’emîn Festîvala Tîyatro ya Neteweyî ta Bajarê Moskowa bibin duh êvarî saet di 19:00’an de li salona şano ya Jar ptîsa (Sîmûrg) ji bo lîstika “Xwezgînî” bileyze derket ser dikê. Şanoya ku ji hêla Şalîko Bêkes ve hatiye nivîsandin û derhênertiya wê tê kirin Kemal Ulusoy, Rêzan Kaya, Ozcan Atêş û Şalîko Bêkes dilîzin.
Di nav ên ku şano temaşe kirin de ji komîteya Jûrî a 11’emîn Festîvala Tîyatro ya Neteweyî ya Bajarê Moskowa jî sê endam amade bûn. Serokê Çand û Tûrîzmê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûharem Cebe, Serokê Saziyên Kurd ên Çandî Mêrabî Şamoyev, Serokê Parastina Mafê Kurda a Bajarê Moskowa ya Mezepotamya Refîqê Kamil, Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd Ferhat Fetî û gelek karsazên Kurd ên li Moskowayê xebatê xwe didin maşandin şano bi baldariyek mezin temaşekirin.
Beriya şanoyê, Jûriya Rejîsor û Dîrektorê 11’emîn Festîvala Tîyatro ya Neteweyî ya Bajarê Moskowa Vera Andreyevna axaftinek kurt kir û diyar kir ku care yekeme ku Kurd beşdarî Festîvala Tîyatro ya Neteweyî ya Bajarê Moskowayê dibin û got: “Îro rojeke dîrokiye ji ber ku di îsal em di Festîvala xwe de cara yekem Şanoyek ji Kurdistanê temaşe bikin. Di nav 11’an de di nav sînorê Rûsyayê de gelek neteweyên cûda jî beşdariya xwe ji Festîvala me re çêkirine û her wiha gelek netew jî ji derveyî welat beşdariya xwe çêkirine. Ev Festîvaleke taybet e, ji ber ku hemû netewe şanoya xwe pêşkeş dikin, her tim bahsa xweşî û başiyê dikin. Di Festîvala me de jûrî heye. Li vir bi min re çend hevalên min yê jûrî hene. Min ji bo şenogera diyariyek aniye û ez dixwazim vê pêşkeşî wan bikim. Di dawî de ez gelek sipasiya xwe ji we mêvanan dikim ku ji bo ku hûn ji şano hez dikin."
Piştî axaftina Andreyevna, Serokê Çand û Tûrîzmê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûharem Cebe li ser asta şanoya Kurdî gihaştiyê axaftinek kir û got: “Mêvanên hêja gelê me yê li Rûsyayê dijîn beriya her tiştî silavê germ ê gelê Amedê û Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anlî me li gel xwe ji we re aniye. Em jî li ser Koma Şanoya Bajarê Amedê ji dil we silav dikin. Şanoya Bajarê Amedê nêzî 25 sal in xebatê şanoyê dimeşîne lê ev çar salên dawiye ku em tenê bi zimanê Kurdî xizmeta şanoya Kurdistanê dikin. Li Kurdistanê heya çar pênc salên berê zimanê Kurdî, Kurdewarî û hunera Kurdî qedexe bû. Bi hêza şoreşgerê û tekoşîna Kurdistanê ev qedexe ji holê rabûn û em niha bi azadî dikarin li Amedê û li deverên din hunera Kurdî pêşkeşî gelê xwe bikin.”
Cebe di dawiya axaftina xwe de da diyar kirin ku şanoya wan bes bi zimanê Kurdî xebatê xwe dide maşandin. Cebe axaftina xwe wisa bi dawî kir; “Şanoya Amedê di salê de ji bo mezinan çar û ji bo zarokan jî du lîstikan çê dike. Perdeyên şanoya me ji meha Îlonê heya meha Gulanê her tim vekirîne. Her roja În û Şemiyê lîstikên Kurdî ji bo mezinan û roja Yekşemê jî ji bo zarokan em lîstinkan dileyzin. Li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyon û înkara li ser ziman û çanda Kurdî heye hîn berdewame. Di cîhanê de hemû netew dikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin lê, li Kurdistanê zarokên me hîn nikarin bi zamanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Pêwîste zarokên Kurdan jî bikaribin ji dibistana seretayî heya zaningehê bi zimanê Kurdî pewerde bibînin. Em hêvî dikin ku di demek gelek nêzîk de wê Kurdistan azad be û emê bikaribibin wek niha bi Kurdên li Rûsyayê û li tevahî cîhanê belav bûne li Amedê li şanoyên xwe temaşe bikin.”
MIJARA LÎSTIKA "XWEZGÎNÎ"
Di komediya bi navê “Xwezgînî” de tabuya “bav/malbatê” û hilweşandina vê tabuyê ya li dû rasthatineke trajî-komîk tê vegetotin. Evîndarê ciwan di hizirên xwe de kumê “kesê xirab” daye serê bavê hezkiriya xwe û ew weke yekî “tirsnak” e û sedema bextreşiya wî ew e. Gava li nêzîkî mala hezkiriya xwe, xwe bi xwe dipeyive, kela dilê xwe li ber “zilamekî biyanî” direje. Piştî ku bi rojan prova dike û bi hemû cesareta xwe diçe mala hezkiriya xwe ku bi malbata wê re biaxive, ew û “zilamê biyanî” li wêre rû li hev dikevin. Piştî ku tê digihêje “zilamê biyanî bavê hezkiriya wî ye, êdî hewla wî ew e ku cilikê xwe ji avê derxe.