Şaredar îfadedayînê red kirin!
Şaredar û endamên BDP'î ji bo şermezarkirina bêhiqûqiyê îfadedayîna dozger red kirin
A+
A-
Şaredar û endamên BDP'î ku di operasyonan de hatibûn binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatibûn kirin, ji bo şermezarkirina bêhiqûqiyê îfadedayîna dozger red kirin.
Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Seroka BDP'a Wanê Mîhrîban Şah, Hevserokê berê ya BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûq a Asrin Prz. Cuneyt Canîş, Şaredara Elbakê Hecer Sarûhan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Şaredarê berê ya Elbakê Îhsan Guler ku di encama operasyona çend roj berê li Wanê hatibû lidarxistin de hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Şaredar û BDP'iyan ji bo pêkanîn û binçavkirinan şermezar bikin îfade nedan dozgeriyê. Hate zanîn ku 6 kes ligel ku tu pirsên dozger nabersivînin jî dozger pirsên xwe dipirse.
(ab)
Bêjeyên Miftehî şaredar,îfadedayînê,red,kirin