Şaredariya Geverê bêdeng nema
Şaredariya Geverê li hemblerî wêrankirina xwezayê bêdeng nema
SAMÎ YILMAZ Şaredariya Geverê li hemberî wêrankirina Qamirgeha Nehilê ku xwedî taybetmendiyên Avzêma ava şêrîn e û ji ber şert û mercên avhewayê tê guhertin zuha dibe ket nava liv û tevgerê. Piştî ajansa me DÎHA'yê mijar kir rojev, yekîneyên Midûriyeta Daristan û Avêya Colemêrgê û rayedarên Şaredariya Geverê li herêmê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê rayedarên Îdareya Taybet a Bajar, Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê û Şaredariya Geverê biryara herêmê haqij bikin girtin.
Nûçeyên ku ajansa me li ser wêrankirin û talankirina xwezayê çêkir, bû sedema parastina derdorê. Piştî çend çaran ajansa me DÎHA li ser Qamirgeha Nehilê nûçe çêkir rayedarên dewlet û şaredariyê xistin nava liv û tevgerê. Navçeya Geverê ku bi çiya, deşt, kulîlk, gulnixwîn û rengê xwe xwedî taybetiyên xweser e, ji ber ku rayedarên dewletê li çavkaniyên xwe yên turîzm û çandê xwedî dernakevin, gelek aliyê wê yên dewlend wêran dibin. Yek ji van warên dewlemendiya xwezayê Qamirgeha Nehilê ye. Lê ligel dewlemendiya xwezayê dîsa rayedarên dewletê naparêzin. Li gorî peymana Ramsarê ya Navneteweyî ku pêwiste kamirgeh û avzêm bên parastin, dîsa evzêmên ku bi hezaran cureyên sewalan diparêzin yek bi yek zuha dibe. Qamirgeha Nehîlê jî ji ber ku nayê parastin û her tim ji ber operasyonên leşkerî tên şewitandin zuda dibe. Piştî çend caran ajansa me DÎHA'yê nûçe çêkirin, rayedarên dewletê û şaredariyê ketin nava lêkolînê û biryara baqijkirinê dan. Ajansa me herî dawî di 12'e nîsanêde li ser rewşa Qamirgehe nûçe çêkiribû. Pişti ku ajansa me duh jî nûçe çêkir; Midûriyeta Daristan û Avêya Colemêrgê û rayedarên Şaredariya Geverê li herêmê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê rayedarên Îdareya Taybet a Bajar, Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê û Şaredariya Geverê biryara herêmê haqij bikin girtin.
Midûrê Karê Avê û Daristanê yê Colemêrgê Necmettin Yilmaz, li gel 3 kesan tev Cîgirê Şaredarê Gevere Husnu Beşer û yekineyên tenduristiyê yên şaredariyê heyetek çêkirin û li herêmê lêkolîn kirin. Heyetê piştî lêkolînê diyar kir ku li herêmê sewal diçêrin û şîrê wan pişt re ji ber qirêjiya li herêmê dibe nexweşî û li mirovan vedigere.
Piştî heyetê lêkolîn kir Wekîlê Şaredarê Geverê Husnu Beşer anî ziman ku ji ber di demsala zivistanê de saziyên fermî û xweliya qeloriferê li herêmê rokirine, qamirgeh weran bûye û qirêj bûye. Beşer, anî ziman ku qamirgeh wekî bihiştina çûkan tê zanîn û niha zuha dibe û wiha got: "Ev cihê ku sergo lê tê rokirin ne di sînorê şaredariyê de ye. Lê ji bo ku ev warê xwezayê pê paqijkirin me jî wekî peyvirê ev erk û peyvir danî ser milê xwe. Em hêj wateyê nadin ku çima rayedarên dewletê li hemberî vê wêraniyê bêdeng diminin. Ev sersariya dewletê pişt re wekî rexne li şaredariye vedigerin. Ji ber hurmeta me ya derdorê û welatiyan em dê peyvira dewlete bidin ser xwe. Li şûna ku Walî û Qeymeqamiyê komîsyon ava bikirina em karê wan dikin.
Midûrê Karê Avê û Daristanê yê Colemêrgê Necmettin Yilmaz, jî anî ziman ku ev nirxê wan ê hevpar e û ji bo biparêzin biryar girtin ku bi hevre paqij bikin.
Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo Mesut Kirat jî anî ziman ku Walî, Qeymeqem û Îdareya Taybet li hemberî vê bûyerê bêdeng dimînin.
(mae)