Şaredariya Hênê navçeya wêran şên dike
10:07 19.08.2012 1 / 2 AMED (DÎHA) - Şaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu ku di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an şaredarî bi deynekî zêde ji destê AKP'ê girt, piştî hate ser kar, di demek nêzîk de gelek xizmet da navçeyê. Zorlu, anî ziman ku ew her tiştî li ser daxwaz û pêşniyarên gel pêş dixin û berî her tiştî dixwazin qadên kesk ên navçeyê zêde bikin. Zorlu, anî ziman ku deynê karkeran ên di serdema AKP'ê de tev daye û êdî dê bêtir bixebitin.
Şaredariya navçeya Hênê ya Amedê piştî ji destê AKP'ê ket destê BDP'ê reng û ruyê wê hate guhertin. Navçeya ku berê xizmet lê nedihat kirin û di bin deynan de mabû, niha deyn hatin dayîn û xizmetên nujen dest pê kir. Xebatên şaredariya BDP'î ya piştî ku şaredarî ji destê AKP'ê dewr girt balê dikişîne ser xwe. Şaredariya ku heta 2009'an di destê AKP'ê de bû, xizmet li nava navçeyê nedihat kirin û deynê karkeran nedihat dayîn. Piştî ku BDP'ê şaredarî dewir girt, deynê karkeran da û dest bi xizmetek nûjen kir. BDP'ê ku şaredarî bi 7 milyon deyn wergirt, hêj deynê wê xelas nekiriye. Her meh Banga Bajaran pereyên ku ji şaredariyê re dişîne ji sedî 40 qut dike û şaredariyê ji xizmetê mexdûr dike. Şaredarê Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu, anî ziman ku li gel deyn û pirsgirêkên zêde, li ser daxwaza gel û alîkariya gel gelek pirsgirêk çareser kirin û niha dest bi xebatên çandina daran kirine.
Zorlu, anî ziman ku pirsgirêkên rê, avê çareser kir û dê pirsgirêka kanalizasyonê di dawiya sala 2012'an de xelas bikin. Zorlu, da zanîn ku 2 projeyên park baxçeyan xelas kirine û 4 projeyên din dixin jiyanê. Zorlu, da zanîn ku pirsgirêka maşîneyên xizmetê jî ji sedî 70 çareser kirine.
Zorlu ku di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an şaredarî bi deynekî zêde ji destê AKP'ê girt, piştî hate ser kar, di demek nêzîk de gelek xizmet da navçeyê. Zorlu, anî ziman ku ew her tiştî li ser daxwaz û pêşniyarên gel pêş dixin û berî her tiştî dixwazin qadên kesk ên navçeyê zêde bikin. Zorlu, da zanîn ku deynê karkeran ên di serdema AKP'ê de tev daye û êdî dê bêtir bixebitin û wiha got: "Êdî welatî têr av vedixwin. Em niha xebatên şînahî û keskahiyê dimeşînin. Em dixwazin Hênê bikin navçeyek nûcejen û kesk. Em dê di pêşerojê de xebatên çand, huner û civakî jî bimeşînin."
(mae)