1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredariya Sûrê li Çarikliyê Mala şînê ava kir
Şaredariya Sûrê li Çarikliyê Mala şînê ava kir,şaredariya,sûrê,li,çarikliyê,mala,şînê,ava,kir

Şaredariya Sûrê li Çarikliyê Mala şînê ava kir

A+ A-

Şaredariya Sûrê, di çarçoveya xizmeta civakî de li bajaroka Çarikliyê, mala şînê bi merasimekê ji xizmetê re vekir.

Şaredariya Sûrê, di çarçoveya xizmeta civakî de li bajaroka Çarikliyê, mala şînê bi merasima ku Parlamentera BDP'ê ya Wanê Nursel Aydogan, Seroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, û gelek kesên din tevlêbûn ji xizmetê re vekir. Cîgirê Şaredarê Sûrê Nakşî Sayar, Serokê BDP'a Sûrê Adnan Akgul, Endamê meclîsa Sûrê û Pazazê Dêra Suryaniyan Yusuf Akbulut, Papazê Dêra Protestan Ahmet Güvener, seyda û welatiyên Çarikliyê amade bûn. Di merasime de Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş; diyar kir ku wekî şaredariyê ji bo gel çi bikin kêm e û dê bi hemû hêza xwe xizmeta gel bikin. Demîrtaş, anî ziman ku bi alîkarî û piştgiriya gel dê xizmetên baştir û rindtir bikin.

Piştî axaftinan Parlamenter Aydogan, Şaredar Demîrbaş û Papazên dêrê bi hevre mala şînê vekirin. Piştî vekirinê resepsiyonek hate amadekirin.

(mae)