Şaredariya Êlihê dest bi waneya şanoya kurdî kir
10:53 23.12.2013 1 / 6 ÊLIH (DÎHA)- Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê li Mala Gel, ji bo ciwanan dest bi waneya şanoya kurdî kir. Şanogerê, Şanoya Bajar a Êlihê Bariş Işik anî ziman ku armanca dersdayîna şanoyê ya li mala gelan ewe ku ciwanên Kurd ji politikayên fihuş û esrar rizgar bikin û gîrîngiya şanoya kurdî bi ciwanan bidin nasîn.
Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê ji bo ciwanên kurd li Mala Gel Musa Anter a li taxa Şafakê ku ev 2 salin xabatên xwe yên failiya şanoyê dimeşînin, îsal jî ji bo ciwanan dest bi waneya şanoya kurdî kirin. Şanogerê, Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê û mamosteyê şanoyê Bariş Işik destnîşan kir ku ev 5 hefteyê dest bi xebatên xwe kirine û 109 şagirt serî li wan dane. Işik anî ziman ku armanca wan ên sereke ewe ku ciwanên kurd ji politikayênihûş û esrar kişandinê rizgar bikin û wiha anî ziman; "Îro li Kurdîstanê bi politikayên asimilasyonê fihûş zêde dibin temenê kişandina esrarê bûyê 11 salî û em di xwazin bi şanoyê ciwanên kurd jî kuçan bidin hev û jî pençeya esrarê rizgar bikin. Wek ku tê zanin di şanoyê de psiko dram heyê. Bi vê şeklî em ê fihûş û esrarê bi şanoyê dramadize bikin nîşanê ciwanan bikin." Şanoger Işik, destnîşan kir ku ji bo zarokên li kuçan dijin jî projeyên wan hene û got ku zarokên ku li kuçan qaxiz didin hev û dixebitin bi şanoyê bidin nasin.
Şanoger Işik li ser gîrîngiya şanoya kurd axivî û bi lêv kir ku ji dîrokê heya niha şanoya kurd di bin similasyonê de hatiye tune kirin lê îro bi xebatên ders dayina şanoyê gîrîngiya şanoya kurd bi ciwanan bibin nasin û pêş bixin.
'Ger jin bi şanoyê hêstên xwe binin ziman'
Helîme Celebî ku ev 5 mahin diçe waneya şanoyê jî nêrinên xwe anî ziman. Celebî, da zanîn ku giringiya şanoyê ji jinan re pir e û wiha got: "Ez wek jinek dema derdikevim li ser dikê hemû nêrinên xwe û yên jinan tînim ziman û bi hêstiyar dibim. Ger hemû jin bi şanoyê bi nasin û hêstên xwe li ser sahnê binin ziman."
'Şanoya kurd hebûna zimanê kurdî ye'
Lêstikvanê şanoyê Kenan Demir jî li ser xabata şanoyê axivî. Demir, diyar kir ku şano ya kurd çivaka kurd e û her wiha jiyana nava mirov e. Demir axavtina xwe wisa berdewam kir: "Em di serî ji bo Şaredariya Êlihê malavayi yê dikin ku derfeteke wiha pêşkeşa me kiriyê. Şano di nava çivaka kurdan de ne tenê huner e, her wiha çand e, ziman e û herî gîrîng hebûna nirxa çivaka kurd e. ciwanên kurd ger hetim li ser şanoya kurd bisekine çand û netewa kurd bive şeklê bi gêhejina asta herî bilind."
Demir xwest ku waneya şanoya kurdî netenê bi polekê, lazime ku ji her temenê re were dayin û zarokên kurd ji politikayên pîşaftinê rizgar bibin.
(ho/mae)