Şaredariyê xebatê salekê bi gel re parve kir
Şaredariya Wargeha Mexmûrê xebatê salekê bi gel re parve kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Şaredariya Wargehê xebatên xwe yên salekê bi civînekê bi gelê wargehê re parve kir
Şaredariya Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan xebatên xwe yên ku di salekê de di wargehê de pêk anîn bi rapora ku amade kiribû bi gel re parve kir. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer axaftina destpêkê kir û dest nîşan kir ku wan ev civîn bi mebesta ku karê salekê yên şaredariyê li wargehê pêk aniye dixwazin ji gel re ragihînin û wiha got: "Me wek wargeh zilm û zordariya dijmin qebûl nekir. Me li vê çolê dest bi jiyaneke penabertiyê kiriye. Ji ber ku yekîtî û hevgirtina me bi hevre hebû dijmin nikaribû me belav bike. Lewma pêwîste em ji vir û şûn ve hin zêdetir yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin. Em wek gelê Kurd sala finalê dijîn û em pirr nêzî azadiyê bûne. Wek wargeh erk û wezîfeya me zêdetir bûye."
Ozer anî ziman ku wek şaredarî dibe ku kêmasiyên wan çêbûbin û ji gel re wek tê xwestin tam nebûn bersiv. Ozer axaftina xwe wiha domand: "Em ji gelê wargehê wek şaredarî rexnedayîna didin; ji ber kemasî û nebesiyên me yên demên derbasbûyî. Wek wargeh li derve bi çavekî pirr mezin em tên dîtin û temaşekirin. Wek şaredarî em dixwazin şaredariya me di Başûr de bibe nimûneyeke herî baş." Şaredar Ehmed Ozer axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me rapora xebatên xwe yên salekê derxistiye û heta 15 rojan bi panoya îlanan a şaredariyê were daliqandin. Her kes dikare were temaşe bike û bixwîne."
Piştî axaftina Şaredar Ehmed Ozer li ser navê şaredariyê Bahrî Tunç rapora xebatên Şaredariyê yên salekê xwend. Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem di rapora xwe de hîn zêdetir li ser pirsgirêka av, ceyran, rê, jenerotor û hwd. rawestiya. Bi taybetî jî ji ber derfetên penabertiyê di van waran de hin zehmetî tên kişandin û li gor derfetan jî pêwîstiyên gel tên pêk anîn; lê di vî warî de asta ku gel xizmetê dixwaze ji ber hin bêderfetiyan hîn nehatiye bi cih anîn. lê wek şaredarî di vî warî de gelek hewldan çêbûne û wê jî bibin. Dîsa gelek projeyên şaredariyê ên ku demên borî dabû pêşiya xwe pêk aniye: Çêkirina dibistanekê, sahneya çandê, xaniyek ji bo civinên gel, 6 kon ji bo çandiniyê, xaniyek ji bo hişedarên çandiniyê, çiftlikeke lawiran, 16 dukkan. Her wiha projeyên ku hin berdewam dikin wek: çêkirina 2 dibistanan, mizgeft, çêkirina caddeyan, 16 dukkan, 200 metre kanala di navbera dibistanan de. projeyên hatine qebûlkirin, lê hîn dest bi wan nehatine kirin: çêkirina firinekê, dibistaneke dayikê, parkek, 3 hezar metre kanala kanalazîsazyon, holeke werzişê ji bo ciwanan, anîna 2 jeneratoran û 6 trafoyên nû ligel malzemeyên pêwîst. Wek şaredariyê ji bo hin baştir xizmeta gel bê kirin me hin projeyên din jî pêşkêşî Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Netewên Yekbûyî kirine.
Endama Meclîsa Şaredariyê Şehrîstan Durmaz jî di civînê de axifî û got, "Mîmartiyek baş ji bo wargehê nehatiye danîn, ji ber wê sedemê em di aliyê cih, kolan û caddeyan de zehmetiyan dikişînin. Ev gel, ev wargeh bi berxwedan û yekîtîya heyi heta roja me ya îro ji hatiye."
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.
(kom/mae)