1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredariyên DBP'ê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê dest bi xebatan dikin
Şaredariyên DBP'ê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê dest bi xebatan dikin,şaredariyên,dbp,ê,ji,bo,perwerdehiya,zimanê,dayikê,dest,bi,xebatan,dikin

Şaredariyên DBP'ê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê dest bi xebatan dikin

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

AMED (DÎHA) - Şaredariyên DBP'î ji bo perwerdeya zimanê dayikê ya sala nû amadekariyên vekirina dibistan û kreşan dikin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli têkildarî xebatên ji bo perwedeya zimanê dayikê diyar kir ku ew ê di sala nû de sê cîhên nû yên ji bo perwerdehiya zimanê dayikê vekin. Hevşaredara Bêdlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkirin jî anî ziman ku dê li Bêdlîsê zimanê dayîke ji nû ve bixin meriyetê.

Gelê kurd ligel polîtîkayên înkar û asîmilasyonê bi salan e ji bo çand û perwerdehiya zimanê dayikê têkoşîna xwe didomîne. Gelê kurd bi derfetên ku bi saya têkoşînê hatine afirandin roj bi roj qadên perwerdehiya zimanê dayikê zêde dikin. Di warê zimanê dayikê de ligel hemû pekutiyan dibistan û kreş tên vekirin. Herî dawî Kongreya Lijneya Giştî ya KCD'ê ya ku di hefteyên borî de hat lidarxistin jî di wî warî li ser zimanê dayikê biryarên gelêk girîng derketin holê. Ji wan bîryaran yek jî di warî zimanê dayikê de dê êdî şaredariyên DBP'ê dê kar û xwebatên xwe bimeşîn in û qadên perwerdehiyê vekin. Konferansa Navendî ya DBP'ê ya Rêveberiyên Herêmî ya ku di van rojan de li Amedê lidarxistin jî, tê payîn ku derbarê mijara perwerdehiya zimanê zikmakî de biryarên giring bên girtin û ji bo têkevin meriyête jî dest bi kar û xebatan bikin.

Derbarê mijare de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Hevşaredara Bêdlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkirin ji DÎHA'ye re axivîn.

Di sala nû de dê 3 cîhên nû bên vekirin

Anli diyar kir ku biryara KCD'ê ji bo wan gelek girîng e û dê li gora we biryarê tedbîreke bigrin. Anli bilêv kir ku li Amedê kreşek ji bo zarokan amade kirine û ev du sal in xebatên we kreşê jî berdewam dikin. Anli qala xebatên di vê çarçoveyê de yên li nav parqa Sumerê tên meşandin kir û destnîşan kir ku di sala nû ya 2015'an de ger di nav plana wan a stratejîk ger butçeya wan a di 2015'an de de 3 cihên nû li taxên navenda Amedê vekin. Anli diyar kir ku ev cihên ku werin vekirin ji bo zarokên ku beriya biçin dibistana seretayî be. Anli destnîşan kir ku armanca zarokên ku temêne wan 3-4 û 5 salî berî dibistana seretayî ferî kurdî bikin. Anli bal kişand ser girîngiya vekirina dibistana seretayî ya yekemîn a Ferzad Kemanger a ku îsal li Amedê hat vekirin û pîroziya vê nîşan da.

Dê li navçeyên Amedê jî kreş û dibistan bên vekirin

Anli derbarê vekirina 3 cîhên nû de ev tişt anî ziman: "Ji ber ku em bi sê cihên nû û dibistanêke nikarin wî barî hildin û bigihînin encamê. Ji bo we yekê em ji bo navçeyên din jî yên derveyî navenda Amedê em hewl didin ku heya salekê hem kreş hem jî dibistanan wekin. Ev xebata niqaşa we di konferansa me ya heremî de jî tê kirin. Em ê wek biryareke giştî bigrin û her alî de li benda bendewariya dewletê nesekinin. Em êdî li benda perwerdehiya dewletê nemîn in. Em ê xwe bi xwe li her malekê, li her taxekê wek mektep û dibistan em e kare xwe bimeşîn in. Şaredarî di wî warî de him hez û quweta wan heya, him jî derfetên wan e bûtçe hene. Em e derfetên xwe di naw we bûtçeyê de weqetîn in û bi taybetî jî ji bo perwerdehiya zarokan û vekirina dibistan û kireş an. Zarok, keç û xortên me yên ji derve tên jî yên ku derfetên wan tunene em ê yurdan jî vekin. Îsal jî projeyeke me bi vî rengî heye. Dê em 300 ciwanên me yên ku dikaribin li yurdan bimînin, heya saleke di yurda ku bê çekirin de bi cih bikin."

'Dibistana Ferzad Kemanger mînak e'

Anli destnîşan kir ku li peşiya wan mînakeka ku ligel hemû pêkutî û zordariyê bi piştevaniya gel li ser piyan sekînî ya Dibistana Ferzad Kemanger heye û ew dibistan bi awayekî serkeftî perwerdehiya xwe berdewam dike. Anli da zanîn ku wekî hevparê vê xebatê ew ê di demsala hevînê vê xebatê firehtir bikin. Anli bal kişand ser nêzîkatiya AKP'ê ya li hemberî vekirina dibistanan û wiha got: "Ew nêzikatiya AKP'ê ya li hemberî dibastanên me yên ku hatine vekirin durûtiya wan nîşan dide. Her çiqas hikûmeta AKP'ê dibejê 'li ser ziman qedexe tune ye' jî bi polîsan dibistana ku gel vekirî sê-çar caran girtin û mor kirin. Bi vîna gel û xwedîderketina gel mor hatin rakirin. Îro zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê dibinîn. Dê înşallah rojên pêş di warê zimanê dimilî de jî em ê dest bi xebatan bikin."

'Em perwerdehiya zimanê dayikê ji xwe re esas digirin'

Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî Hevşeredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkirin diyar kir ku di dîrokê de care yekem e ku wan di bajarê Bedlîsê de şaredarî di dest xistiye û li Bêdlîsê pergalê li ser pişaftinê bi awayekî kûr xwe bi cih kiriye. Dagkirin destnîşan kir ku ev yek herî zêde bandorak xwe li ser ziman kiriye û jiyana li Bêdlîsê zêdetir bi tirkî ye. Dagkirin bilêv kir ku di serî de hewl dane ku ji bo we hişmendiye bişkînin dest bi kar û xebatan kirine û got ku zimanê kurdî di serî de li şaredariyê xistine meriyetê. Dagkirin anî ziman ku şaredariya du zimanî ji xwe re esas girtine navê yekeyên şaredariyê bi kurdî nivîsandine û li ber deriyê wan xistine. Dagkirin got ku dê ji bo vekirina kreşan jî xebatên wan henê û dê di wan kreşan şûnde jî dibistanên seretayî vekin û wiha berdewam kir: "Em perwerdehiya zimanê dayikê ji xwe re esas digrin. Zimanê kurdî ji bo me rûmet e. Ji bo vê yekê em ê jî hewl bidin ku di nav jiyanê de zimanê kurdî bikin zimanê sereke yê perwerdehiyê."

'Em ê zimanê dayike bikin zimanê perwerdehiyê'

Dagkirin da zanîn ku her çiqas Bedlîs bajerekî dîrokî be jî jiyana kurdî ji dest hatiye girtin û ew jî giraniya xebatên xwe didin ser vê yekê. Dagkirin da zanîn ku heviya wan biryarên ku li ser zimanê dayikê hatine girtin bi cih bînin. Dagkirin got ku her çiqasî bicihkirina kurdÎ ya nava qada jiyanê zehmet be jî mirov dikare pêk bîne û wiha pê de çû: "Em niha kursên perwerdehiya kurdî vedikin. Ji gel jî bi rengî bendewarî hene. Ew rewşa ku Bedlîs niha têde ye ne durî guhertina vê ye. Çiqas gel tê cem me em bi wan re bi zamanê dayikê diaxivin û di wir de jî xuya dike ku bê çiqasî ji zimanê dayika xwe dûr ketiye. Dê hewldana me jî ji niha şûnde bicihkirina zimanê dayikê be. Ev halê ku em têde ne me dêşîne. Em ê zimanê dayikê bikin zimanê perwerdehiye û vê rewşê biguherînin. Em ê kreş û dibistanên xwe vekin. Sala nû de em jî li ser biryarên hatine girtin dibistanên xwe li Bedlîsê vekin. Li ser vê esasê em ê xebatên xwe bimeşînin."

(hy/sa/wk)