1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredarê AKP'î yê Agiriyê îmzeya xwe red kir
Şaredarê AKP'î yê Agiriyê îmzeya xwe red kir,şaredarê,akp,î,yê,agiriyê,îmzeya,xwe,red,kir

Şaredarê AKP'î yê Agiriyê îmzeya xwe red kir

A+ A-

08:54 19.02.2014 1 / 6 AGIRÎ (DÎHA) - Şaredarê AKP'i yê Agiriyê Hasan Aslan, Peymana Tomarî ya bi DÎSK'ê re îmze kiriye red kir. Li gel ku dadgehê îspat kir ku îmze aydî Aslan e, lê vê Carê Aslan dest bi sirgûna karkeran kir û zextên li ser karkeran zêde kir.

Şaredarê AKP'î yê Agiriyê Hasan Aslan û Şaxa Sendîkaya Girêdayî DÎSK'ê ya Agiriyê di 1'ê Adara 2012'an de peymana Tomarî ya Kar (TİS) îmze kir. Lê şert û mercên peymanê bi cih nehatin. Şaredarê Agiriyê yê AKP'î Hasan Aslan, diyar kir ku îmzeya peymana bi DÎSK'ê re ne aydî wî ye û di elehê DÎSK'ê de doz vekir. Heyetê li ser dozê îmzeya peymanê şand Saziya Tipa Edlî. Piştî lêkolînê Dadgehê îspat kir ku îmze aydî Hasan Aslan e. Piştî vê yekê zextên Şaredar ên li ser karkeran zêde bû. Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Ersin Erincik anî ziman ku wan di 1'ê Adara 2012'an de peymana Kare Tomarî îmze kir û piştî wan peyman îmze kir, şaredar îmzeya xwe înkar kir û peyvira xwe pêk neanî. Erîncîk, anî ziman ku dadgehê û Saziya Tipa Edlî di lehê wan de biryar da û ew mafdar derxistin.

'Derket holê ku kî sextekar e'

Erîncîk, anî ziman ku wan ji bo 3 salan peymana TİS'ê îmze kir û wiha got: "Piştî biryara dadgehê û rapora Saziya Tipa Edlî, vê carê şaredar li ser karkeran zext zêde kir. Me bi sebr û têkoşînê ev encam bi dest xist. Di encama tekoşîna me de derket holê ku kî sextekar e. Niha dixwazin ku hevalên me yên karker sendîkayên xwe biguherin. Wan dişînin saziyên din. Nûnerê me yê kar Mehmet Meriç bi îdiaya dereng hatiye kar ji kar dûr xistin. Em li şaredariyê muxataban nabinin. 25 rojin şaredar li dervê bajar e. Tu kes nagêje şaredar. Em vê şaredariyê naxwazin. Em şaredariyek ku her kes dikaribe xwe bigînê û yek demokratîk dixwazin."

(mae)