1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredarê Elkê Zamanê derewand
Şaredarê Elkê Zamanê derewand,şaredarê,elkê,zamanê,derewand

Şaredarê Elkê Zamanê derewand

Şaredarê Elkê rojnameneya Zamanê derewand

A+ A-

Ali Barış Kurt Nûçeya manşetê ya bi sernûçeya ‘Ji Şaredarê BDP’yî têkoşîna rizgarkirina kurê xwe ya ji PKK’ê’ ya rojnameya Zamanê, ji aliyê şaredarê Elkê Yusuf Temel ve hate derewandin. Temel ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Tiştên hatine nivîsîn hemû derew in. Rojnameya Fetullah namerdiyê dike.” Temel bertekên tund nîşanê nûçeyê da.

Rojnameya Zamanê ku weşana Cemaata Gulen e, weke gelek caran vê carê jî di manşeta xwe ya îro de nûçeyeke ku bi giştî li ser derewan hatiye çêkirin weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe ya bi sernûçeya ‘Ji Şaredarê BDP’yî têkoşîna rizgarkirina kurê xwe ya ji PKK’ê’ îdia kir ku zarokên şardarê Elkê Yusuf Temel bi pereyan tevlî PKK’ê bûne û niha jî Temel ji bo ku zarokên xwe ji PKK’ê veqetîne têdikoşe.

Zamanê pevçûneke navçeyê jî bi îdiayê re anî cem hev û wiha tê îdiakirin: “Malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji rizgar bikin û malbatên zarokan ji bo rêxistinê didin qezenckirin bi hev ketin. Di pevçûnên derketin de 15 kes birîndar bûne. Êşîran nekarî aliyan li hev bîne û li navçeyên ewlehiyeke mezin tê girtin.”

ŞERÊ CIWANAN TU ELEQEYA WAN BI NÛÇEYÊ TUNE

Şaredarê Elkê Yusuf Temel nûçeya Zamane derewand û wiha got: “Nûçeya navborî, tu bingeha wê tune û ji şerê taybet re xizmetê dike. Ez wana nelet dikim. Tiştên di nûçeyê de hatine nivîsin hemû derew in. Tu eleqeya tevlibûna zarokên me ya gerîla û şerê navçeyê bi hev tune. Pevçûn di navbera çend ciwanan ji ber sedemên taybet pêk hatiye. Çend ciwan bi hev ketin em ketin navberê û pirsgirêk çareser kir. Rêveberiya navendê û Parlamnet Hasîp Kaplan jî hat me çareser kir. “

‘TU DERDEKÎ MIN YÊ WISA TUNE’

Temel wiha pê de çû: “Tiştên qewimîne, rojnameya Zamanê ji xwe re kir amûr. Di nûçeyê de tê gotin ku ez hewl didim kurê xwe ji PKK’ê rizgar bikim. Derdekî me yê wisa tune. Tenê hewldana me ew e ku em xwe ji sîstema rizyayî ya 80’ê salî rizgar bikin. Em ji bo zarokên me di hawireke baş de bijîn têdikoşin. Ji bo azadiyê zarokên me ji dojehê derdikevin û diçin çiyan.”

Temel bang li rojnameya Zamanê kir û got: “Ev rojanmeya ku alîgirê Fetullah e namerdiyê dike. Gotineke din heq nake.Ez wan nelet dikim.”

ANF NEWS AGENCY