1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaxa leşkeriyê ya çeteyan li Reyhaniyê ye!
Şaxa leşkeriyê ya çeteyan li Reyhaniyê ye!,şaxa,leşkeriyê,ya,çeteyan,li,reyhaniyê,ye

Şaxa leşkeriyê ya çeteyan li Reyhaniyê ye!

A+ A-

SEYİT EVRAN - EFRİN 09.05.2014 07:02:44 Di rojê borî de cîhadiyê Cezayîrê ku ji derdora Idlîbê dixwest derbasî Bab bibe ji aliyê hêzên asayîşa Efrînê ve hat girtin û vî kesî îtîrafên balkêş kiribû. Cîhadiyê Cezayîrê Muhammed Beşîr diyar kiribû ku kesên ji welatên Ewropa û welatên îslamî dixwazin derbasî Rojava bibin li Reyhaniyê şaxa wan ya leşkeriyê heye.

Muhammed Beşîr yê ji Cezayîrê ye di 1982’an de li bajarê Vaharan a Cezayîrê hat dinê. Di 2005’an de derbasî Ewropa bû. çar salan li bajarên cuda Almanya, Fransa û Ispanyayê ma û piştre hat dersînorkirin. Vegeriya welatê xwe. Piştî geşedanên li Sûriyeyê dest pêkirin û di dawiya sala 2013’an de li Vaharanê kesekî ji Sûriyê nas kir.

Beşîr da zanîn ku pişt ew kes nas kiriye ji bo ku tevli şoreşa Sûriyeyê bibe bi soza bihûştê hatiye xapandin û wiha pê de çû: “Piştî ji Ewropayê vegeriyam li welatê xwe mam. Bûyerên Sûriyeyê destpêkiribûn. Welatiyên wir koçî welatê me dikirin. Yek ji van jî Ebu Behcet yê ku şîranî çêdikir bû. destpêkê pir mirovane nêz dibû. Dema min şîranî dikirî, pere nedigirt. Ez çend caran çûm, ji min re got li wir cîhad heye, tu diwazî biçî wir. Di nava du mehan ez anîm rewşa şandinê. Min jî biryara xwe da. Min di du rojan de bileta xwe kirî.”

Beşîr di berdewamiya axaftina xwe de got ku Ebu Behcet jê bîlet kiriye û ji balafirgeha Hawarî Bomedyan ya Cezayîrê hatiye balafirgeha Ataturkê û piştî rêwitiyê li numareya telefonê ya ku dabûyê geriyaye. Beşîr wiha pê de çû: “Telefon aydê ku derê bû nizanim. Lê min dizanibû ku ez li Stenbolê peya bûme. Lê numare aydê ku derê bû nizanim. Di derketina balafirgehê de ez li numareyê geriyam. Kesekî bi erebî diaxivî derket. Ji min re tiştên pêwist got. Ji min re got bê Antakyayê û li wir tiştên ez bikim dê bêje.li ser gotinên wî ez çûm otogrê. Min bileta Antakyayê kirî. Hema rojê ketim rê. Roja din sibehê gihiştim Antakyayê û ez li numareyê geriyam. Ji min re got vê carê bo Reyhaniyê bîletê bikire. Min bilet kirî ez çûm Reyhaniyê. Ez li geriyam. Ji min re got xwe tarîf bike. di navberê de du deqe derbas bû kesek nêzî min bû û got Muhammed Beşîr tuye. Em çûn. Em li sûkê li ber dukaneke dovîzê sekinin. Navê wî Abdulmecid Cevher bû. Ez birim mal. Kes tunebû. Em mal ji bo kesên ku diçin Sûriyeyê şer dikir hatibû amadekirin. Her tişt hebû. Ji min re got tu westiyaye hinek bîhna xwe bigire.”

BI KEYF Û HENEK DERBAS BÛN

Beşîr diyar kir ku dovîzvan Abdulmecît Cevher yê ku ji bo cîhandiyan bişîne Rojava wek şaxa leşkeriyê dixebite, êvarê hatiye cem wî û lê gotiye ji ber ku li sînor pevçûn hene nekare derbas bibe. Beşîr wiha got: “Ji ber ku pevçûn hebûn, ez li wê mala ku Abdulmecît got mala min e mam. Roja din êvarê kesekî din bi Abdulmecît re ket hundir. Ji min re got tu amadeye biçî. Min jî got ez ji roja hatime amade me. Wan jî got temame wê demê, em leşkeran re axivîne tu pirsgirêk tune. Got tuyê di bin çavderiya fermandaran re derbas bibî. Em derketin û çend deqe şûnde li gel sînor bûn. Em berbi leşkeran ve çûn. Abdulmecît û kesê ligel wî bi leşkeran re axivîn. Abdulmecit ji min re got ew kesê ligel wî dê te bibe. ew li cem leşkera ma û me jî têl derbas kirin. Dema me têl derbas kirin wan jî henek dikirin û dikeniyan. Leşker jî ne leşkerên ji rêzê, diyarbûn ku leşkerên bi rutbe bûn.

XWESTIN EZ TERCÎHÊ BIKIM

Me sînor derbas kir. em li wesayîta ku li bende me bûn siwar bûn. Piştre em derbasî Mintikaya Hibeyt a Idlîbê bûn. Em ji wesayîtê peya bûn, xwestin ez tercîhekê bikim. Xwestin ez tevli rêxistina ku ez anîme Cephet El Nusra bibim, lê ji ber ku min cigare dikişand ez qebûl nedikirim, ji ber vê xwestin ez komekê tercih bikim. Min kom nas nedikirin. Min got hun kîjanê bixwazin bişînin wir. Ez şandim koma Lîva Cephet El Hak. Di vê komê de kesên ku berê tiryak, alkol bikaranîne jî cih digirtin. Bê guman kesên di vê komê de bimînin demek şûnde ji bo tevli Cephet El Nura bibin amadekarî dikirin.

Ez zimanê Fransî, Alman, Ispanyolî û Erebî dizanim. Sê mehan di vê komê de mam. Di vê demê de ez bûm şahdîd ku ciwanan çawa dixapînin û dişînin Sûriyeyê. Li ser navê şoreşê mirovan dişînin mirinê. Kesên ji xwe re digotin fermandarê şoreşê de tenê dagirkerî dikirin û amûrên ku dagir dikirin, ji bo bifiroşin dişandin Tirkiyeyê. Tu eleqeya vê bi şoreşê tunebû. Hinek ciwan bi cîhadê bawer dikin û tên. Lê ev ciwan ji bilî mirinê naçin tu derê. Ji ber vê ez bang li ciwanan dikim ku bawer nekin, hun diçin ku biçin lê neyên Sûriyeyê. Ji ber ku li Sûriyeyê ne şoreş û ne jî cîhad heye.

Ligel min ev rastî dîtin jî riya min ya derketinê tunebû. Ez nekarim vegerim. Li kampên ku min dîtin li dijî kurdan dijminahî tê kirin. Lê piştî ez ji aliyê asayîşê ve hatim girtin, rastî ne wek ya wan digot bû. di perwerdehiyan de digotin kurd ne muslimanin. Li ser vê em ji bo şer amade dikirin. Ez hatim girtin, dengê ezanê hat min. Min xwest ez nimêj bikim û bi rêzdarî nêz bûn. Niha ji bo vegerê min ji asayîşê alîkarî xwest.”

Rêveberiya Asayîşa Efrînê diyar kir ku El Beşîrî ji bo ku vegere mala xwe alîkarî xwestiye û dan zanîn ku wan biriye û ji sînorê Kilisê gihandine seferatxaneya Cezayîrê.